Li Hesekê şehîdek hat oxirkirin

Xelkê Hesekê cenazeyê şehîd Mistefa Îbrahîm defin kir û diyar kir ku ew li ser şopa şehdan in.

Li Hesekê şehîdek hat oxirkirin
Li Hesekê şehîdek hat oxirkirin
Li Hesekê şehîdek hat oxirkirin
Li Hesekê şehîdek hat oxirkirin
Li Hesekê şehîdek hat oxirkirin
Li Hesekê şehîdek hat oxirkirin
Li Hesekê şehîdek hat oxirkirin
20 tebax, 2026   21:16
HESEKÊ

Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê cenazeyê endamê HAT’ê şehîd Mistefa Îbrahîm yê ku li Hesekê di 16’ê Tebaxê de şehîd bûbû li Pakrewangeha Şehîd Dijwar a bajêr defin kir.

Di merasîmê de bi dehan şêniyên bajêr, malbatên şehîdan, endamên saziyên sivîl û leşkerî amade bûn.

Merasîmê bi deqyeke rêzgirtinê dest pê kir. Dûre li ser navê hêzên leşkerî fermandar Xebat Hesekê axivî û diyar kir ku ew amade ne di parastina gel û ewlehiya wê de her tiştî bikin. Xebat da zanîn ku pêşdeçûn û gefên li dijî herêmê îsbat kir ku pêwîstî bi berdewama têkoşînê di oxira parastina herêmê û şêniyên de heye.

Di dawiyê de Xebat Hesekê diyar kir ku “Em soz didin şehîdên xwe ku heta dawî li ser rêça wan bin, hêvî û xewnên wan pêk bînin.”

Merasîm bi xwendina wesîqeya şehîd û radestkirina ji malbatê re bi dawî bû.

(f)

ANHA