Li Şamê cenazeyê zarokekê hat dîtin

Piştî 3 rojan cenazeya zaroka Asîl Rifet Xetab (7) di avahiyekê li bajarê Dimêr de hat dîtin

Li Şamê cenazeyê zarokekê hat dîtin
20 tebax, 2026   20:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro li bajarê Dimêr ê gundewarê Şamê cenazeya zaroka Asîl Rifet Xetab (7), piştî 3 rojan ji windabûnê, hat dîtin.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), zaroka Asîl Rifet Xetab di qata 5’an a avahiyeke terikandî li Dimêr hat dîtin. Zarok piştî lêgerîna berfireh ji hêla şêniyan ve cenaze hat dîtin.

Cenaza ji morgê re hat rakirin ku lênêrînên tibî û sedemên mirinê werin diyarkirin. Şêniyên bajêr û aliyên xwecihî banga aşkerakirina hûrgiliyên bûyerê û cezakirina sûcdaran kir.

(f)