Hûsiyan êrişî balafirgeha Bin Goryon a Îsraîlê kir

Tevgera "Ensarullah" a Yemenê ragihand ku wê bi moşeka balistî êrişî balafirgeha Bin Goryon a Îsraîlê kir û teqez kir ku êrişê armancên xwe pêk anîn û tevgera balafirgehê heta nêzî saetekê rawestiya.

Hûsiyan êrişî balafirgeha Bin Goryon a Îsraîlê kir
14 gulan, 2025   00:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Tevgera "Ensarullah" a Yemenê (Hûsî) ragihand ku wan bi moşekeke palîstî balafirgeha Bin Goryon a bajarê Yafa yê Îsraîlê hedef girt.

Berdevkê Hûsiyan Yehya Serîi bi daxuyaniyekê ragihand ku armancên êrişê pêk hatin û bi mîlyonan "siyonîst dagirker" ber bi wargehan revîn û tevgera li balafirgehê nêzî saetekê rawestiya.

Serîi got ew ê qedexekirina tevgera balafiran li heman balafirgehê bidomînin û diyar kir ku bila şîrketên din ên balafiran geştên xwe yên ji bo "Filistîna dagirkirî" rawestînin.

Artêşa Îsraîlê jî ragihand ku piştî pêketina fîtên awarte li gelek deverên Îsraîlê, moşekeke ku ji Yemenê de hatibû avêtin, hat rawestandin û têkbirin.

(mh/fr)