Bi boneya 15’ê Gulanê li goristanên şehîdan ên Tebqayê mûm hatin pêxistin

Bi boneya Roja Zimanê Kurdî, şêniyên Tebqayê û koçberên Efrîn û Şehbayê li ser gorên şehîdan ên bajarê Tebqayê mûm pêxistin.

13 gulan, 2025   23:58
TEBQA

Bi boneya Roja Zimanê Kurdî (15'ê Gulanê) Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya kantona Tebqayê çalakiya pêxistina mûman li ser gorên şehîdan li dar xist. Ev çalakî wekî bibîranîna fedakariya şehîdan a ji bo pêkanîna jiyaneke birûmet û azad ji bo pêkhateyên herêmê û parastina çand, hebûn û zimanê gelan, hat organîzekirin.

Di çalakiyê de malbatên şehîdan ên kantona Tebqayê, koçberên Efrîn û Şehbayê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya kantonê amade bûn.

Di çalakiyê de rêvebera Nivîsgeha Jinan a Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya kantonê Urobe Ebid daxuyaniyek bi zimanê Kurdî xwend. Di daxuyaniyê de girîngî bi mafê fêrbûn û fêrkirina bi zimanê dayikê hat dayîn û keda Rêveberiya Xweser a ku zimanên dayikê yên pêkhateyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wekî zimanên fermî qebûl kirine û destek daye pirrengiya herêmê, hat silavkirin.

Piştre beşdar mûm li ser gorên şehîdan pêxistin.

(mh/fr)

ANHA