Di topbarana Îsraîlê ya ser Xezayê de de nêzîkî 50 kes hatin kuştin

Di êrşên esmanî yên Îsraîlê yên li ser bakur û başûrê Xezayê de nêzî 50 kes htin kuştin, gele laşê di bin xirbeyan de ne.

Di topbarana Îsraîlê ya ser Xezayê de de nêzîkî 50 kes hatin kuştin
14 gulan, 2025   09:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro serê sibê di encama êrişên esmanî yên Îsraîlê li ser başûr û bakurê Xezayê de nêzî 50 kes hatin kuştin.

Ajansa Nûçeyan û Ragihandinê ya Filistînê (WAFA) ragihand ku tenê li bakurê Xezayê 45 kes htine kuştin. Her wiha diyar kir ku "Hêzên Israîlî êrişên asmanî û gulebaran li ser malên filistîniyan li kampa penaberan a Cebelia û Cebalia El Beled li bakurê Xezayê pêk anîn, û di encamê de 45 Filistînî hatin kuştin ku piraniya wan zarok û jin bûn. "

Li başûr, zilamek, jina wî û du keçên wan di êrişeke firokeyên bêmirov ên Îsrailê de li ser çadireke koçberan li devera El Mawasî, li rojavayê Xan Yûnis, hatin kuştin.