Hûsiyan 2 keştiyên Îsraîlê bombebaran kirin

Hûsiyan ragihandin ku wan li Deryaya Sor 2 keştiyên Îsraîlê bi drone û moşekeke deryayî kirine hedef.

Hûsiyan 2 keştiyên Îsraîlê bombebaran kirin
3 kanûn, 2023   22:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên ewlehiya deryayî dane zanîn ku li bakurê rojavayê bendera Hudeyda ya li bakurê Yemenê keşiyeke barilgira kel û pelan herî kêm bi du dronan hat bombebarankirin. Li gorî heman çavkaniyan keştiyeke din ji ber êrişê bi zerar bûye.

Hûsiyên li Yemenê ragihandin ku wan li Deryaya Sor 2 keştiyên Îsraîlê bi drone û moşekeke deryayî kirine hedef.

Wezareta Parastinê ya DYA′yê (Pentagon) jî got, haya wan ji raporên têkildarî êrişa li ser keştiya şer a Amerîka û keştiyên bazirganî yên li Deryaya Sor heye û got, dema agahiyên têker bi dest bixe dê parve bike.

Meha borî, Husiyan gotibû dê tevahî keşiyên ala Îsraîlê li ser û yên girêdayî şirketên Îsraîlê bike hedef.

(bb)