Li dijî baregeha Heşdî Şebî ya li Kerkûkê êriş
Hate ragihandin balafirek bê mirov êrişî baregeha Heşdî Şebî ya li Kerkûkê kir û di encamê de 5 çekdarên Heşdî Şebî hatin kuştin.
![Li dijî baregeha Heşdî Şebî ya li Kerkûkê êriş](https://hawarnews.com/kr/uploads/images/202312/image_870x_656cdfd4a1100.jpg)
Medyaya Iraqê ragihand ku li bajarokê Dubiz ê li başûrê rojavayê bajarê Kerkûkê balafirek bê mirov a nenas baregeha Heşdî Şebî bombebaran kir.
Malpera Melume ya ku nêzîkî Heşdî Şebî ye ragihand ku êriş ji aliyê Amerîkayê ve hatiye û 5 çekdarên Heşdî Şebî hatin kuştin û hejmarek jî birîndar bûn.
Li aliyê din hêzên Iraqê ragihandin ku di encama bombebarana li ser hucreyên çeteyên DAIŞ’ê yên li Wadî Şay hejmarek çete hatine kuştin û birîndarkirin.
Heta niha ti aliyek hikumeta Iraqê yan jî Wezareta Parastinê ya Amerîkayê agahiyek rast û fermî derbarê bombebaranê de belav nekiriye û nayê zanîn kê êrişê pêk aniye.