′Heta azadiya fîzîkî ya Rêbertî pêk neyê wê çalakî ranewestin′

Endama Meclisa Giştî ya PYD û rêvebera Akademiyên Şaredariyên Reqayê diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan ji bo tevahî mirovahiyê tê dikoşe û çareseriyan ji pirsgirêkên cîhanê re peyda dike. Her wiha got: ′′Heta azadiya wî ya fîzîkî ya Rêbertî pêk neyê çalakiyên me ranawestin ′′

′Heta azadiya fîzîkî ya Rêbertî pêk neyê wê çalakî ranewestin′
4 kanûn 2023   02:42
REQA
ALA EL ELÎ

10`ê Cotmehê li 74 navendan li seranserî cîhanê pêngava cîhanê ya bi dirûşma “Ji Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” dest pê kir. Ji wê demê ve beşên civakê û bi taybet jin tev li pêngavê bûn.

Endama Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demorkatîk (PYD) Nîroz Muslim ji ANHA′yê re aixvî û anî ziman ku fikrê rêber û fîlozof Abdullah Ocalan fikrekî navneteweyî ku gelekî an civakekê tenê eleqedar nake. Nîroz Muslim destnîşan kir ku Rêber Abdullah Ocalan behsa mirovahiyê dike û ji bo pirsgirêkên civakên cîhanê li çareseriyan digire û got, lew re ragihandina pêngava ji bo azadiya wî ya fîzîkî hêjeya ku cîhanî be jî.

Nîroz Muslim bang li tevahî beşên civakê û li tevahî pêkhateyan kir ku ji bo şikandina tecrîdê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan çalakiyan zêde bikin.

Dewleta Tirk tecrîdeke giran li ser Rêber Abdullah Ocalan ferz dike, nahêle parêzer û malbat wî bibînin. Ji Adara 2021`an ve tu agahî jê nayê girtin.

Nîroz destnîşan kir ku dewleta Tirk tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan giran dike da ku girêdana di navbera wî û gelên li ser fikrên wî dimeşin de qut bike û wiha li axaftina xwe zêde kir: " Fikrê Rêber Abdullah Ocalan cihê xwe girtiye û belav bûye û dê hîna ji vê bêtir belav bibe.

Têkildarî heman mijarê, endama rêveberiya Akademiyên Şaredariyên Reqayê Ewatif El Îsa jî îşaret pê kir ku lidarxistina pêngavê, erka herî kêm e ku gel li hemberî Rêber Abdullah Ocalan ê ku fikrê neteweya demokratîk pêşkêş kiriye, pê rabû ye.

Ewatif diyar kir ku fikrê Rêber Abdullah Ocalan ji tevahî pirsgirêkên gelên bindset re çareserî ye û wiha dom da axaftina xwe: ′′Pêngav wê berdewam bike. Heta tecrdî bi dawî nebe û azadiya wî ya fîzîkî pêk neyê, çalakiyên me ranawestin. Bi navê xwe û navê pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê em banga rakirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan dikin. Tu qanûneke navneteweyî yan jî mirovî yan jî tu rêxistineke mirovî vê tecrîdê rewa nakin.”

(şx)

ANHA