Hunermendê keviran: Bavê Cengo

Bavê Cengo 35 sal e rahiştiye çakûçkê û li gorî cureya avahiyan teşe dide keviran. Piştî ewqas sal, her cureyên keviran kijan hişk e kijan bi çi rêbazî divê were şikandin, nas kiriye. Bavê Cengo got: "Li kijan avahiyê binêrim ku bi kevirên min hatibe çêkirin, ez gelekî kêfxweş dibim."

 Hunermendê keviran: Bavê Cengo
 Hunermendê keviran: Bavê Cengo
 Hunermendê keviran: Bavê Cengo
 Hunermendê keviran: Bavê Cengo
31 tebax, 2024   07:05
QAMIŞLO
RÊNAS REMO

Beşîr Hecî Nezîr ê ku bi navê "Bavê Cengo" (50) tê naskirin li bênderên gundên Aliyan ên bakurê bajarê Tirbespiyê heta bajarê Girkê Legê, radihêje çakûçê û dest bi şikandina keviran dike.

Beşîr li dora gundan bi baldarî li kevirên pêwist nexasim ên paziltî yên reş digere, wan berhev dike û dişikîne ji bo ku di avahiyan de bi kar bîne.

Bavê Cengo 35 sal e vî karî dike û ew ji gundê Girê Dêra yê bajarê Girkê Legê ye.

Giraniya çakûça di destê bavê Cengo de 7 kîlogram e û ji bo çêkirina keviyên kevirên reş izmîlekî ji hesin bi kar tîne. Bi vî awayî Bavê Cengo girîngiya her kevirekî di avakirinê de çi ye û çawa bê şikandin, dizane.

Li gorî bavê Cengo yên vî karî dikin gereke hêza wan a bedenî û tenduristiya wan baş be, ji ber ku karê wan li bênderan e.

Bavê Cengo der barê de got: "Kevirê reş, xwedî taybetmeniyên ji bo avakirinê girîng in. Bandora germê û sermê lê nabe û ji bo xemilandina avahiyan jî baş e. Ji ber wê, niha her kes dixwaze wê di avahiyan de bi kar bînin."

Bavê Cengo wiha domand: "Ez ji bavê xwe fêrî vî karî bûm. Bi demê re min ji xwe re kir pîşe. Rast e zehmet û dijwar e lê ez fêr bûm. Êdî kevir bûye hevalê min."

Bavê Cengo hewl dide vî karî fêrî kurê xwe jî bike. Têkildarî wê got: "Pîşeyeke zehmet e lê xweş e. Li kijan avahiyê binêrim ku bi kevirên min hatibe çêkirin, ez gelekî kêfxweş dibim."   

Bavê Cengo her kevirekî şikandî û hazir 2 hezar û 500 lîreyên sûriyeyî difiroşe.

(mh/şx)

ANHA