‘Em ê ji bo azadiyê dengê xwe bigihînin tevahiya cîhanê’
Şêniyên taxa Şêxmeqsûd a Helebê ji ber wernegirtina agahiyan ji Rêber Abdullah Ocalan fikarên xwe anîn ziman ku got ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dê dengê xwe bigihînin tevahiya cîhanê.
Şêniyên taxa Şêxmeqsûd a Helebê tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û diyar kir ku dê ji bo azadiya wî ya fîzîkî têkoşînê bidomînin.
Yûnis Îsa Xelîl got ew dixwaze agahiyekê ji Rêber Abdullah Ocalan wergire û da zanîn ku dewleta Tirk Tirk a dagirker tecrîdê li ser Rêbertî giran dike û rê nade parêzer û malbatê wî bibînin.
Xelîl sedema tecîrdê spart tirsa dewleta Tirk a ji ramanên Rêber Abdullah ên "bi armanca avakirina civekeke demokratîk, wekhev û jiyana hevbeş."
Xelîl êrişên li ser herêmê wekî berdewama komploya navnteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan nirxand û wiha pê de çû: "Rêber Abdullah 25 sal e ji bo me di girîgehê de ye. Em çi qasî ji bo Rêbertiya xwe bikin kêm dimîne. Berxwedana me parçeyek biçûk ji berxwedana wî ye."
Yûnis Îsa Xelîl îşaret pê kir ku ramanên Rêber Abdullah Ocalan ne tenê gelê Kurd, di heman demê de bala tevahî beş û kesayetên alîgirên aştî û demokrasiyê kişand û got "Di ramanên wî de çareserî dît ku dewletan nedikarîn peyda bikin û pêk bînin. Em hemû di wê baweriyê de ne ku çareserî li cem Rêbertî ye."
Jina bi navê Rohilat Hemo jî ramanên Rêber Abdullah Ocalan û siyasetên dewletan anî ber hev xw got: "Rêbertî bi ramanên xwe yên durist banga avakirina civakeke exlaq û polîtîk dike. Ramanên wî li gorî dewleta Tirk a ku xwe dispêre çewisandina îradeya gelan. Dewleta Tirk berjewendiyên xwe di ser azadiya gelan re tercîh dike."
Rohilatê bi bîr xist ku ji 3 salan ve agahî ji Rêber Abdullah Ocalan qut bûne û wiha domand "Divê em dengê xwe bighînin tevahiya cîhanê û rêxistinên heya di doza tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan de bikevin tevgerê."
Rohilat Hemo anî ziman ku dewleta Tirk bi rêya girankirina tecrîdê dixwaze hebûna Kurdan ji holê rake û got: "Lê ji zêdetirî 40 salî ve ramanên Rêbertî belav dibin û qet ji holê nayên rakirin. Dewleta Tirk vala vala van hewldanan dike. Gel êdî wekî berê nin e, gel ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe her tim li qadan e."
Jina bi navê Nîroz Hesen bi bîr xist ku ji 3 salan ve tecrîdeke giran li ser Rêber Abdullah Ocalan dimeşîne û got: "Em nizanin bê ka rewşa wî ya tenduristiyê çi ye."
Nîrozê di dewama axaftina xwe de got: "Ne Kurd tenê, lê tevahî gelên cîhanê bi ramanên rêberê demokrasî û mirovahiyê bi bandor bûne, ev jî li xweşiya dewleta Tirk a dagirker naçe."
(bb)