Di sala nû ya perwerdeyê de 900 hezar xwendekar dê perwerde bibin

Di sala perwerdeyê ya 2024-2025’an de dê 4 hezar û 100 dibistan nêzî 900 hezar xwendekaran pêşwaz bikin.

Di sala nû ya perwerdeyê de 900 hezar xwendekar dê perwerde bibin
31 tebax, 2024   05:05
REQA
ENES MIHEMED

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk 14’ê Tebaxê ragihand ku dê 1’ê Îlonê sala perwerdeyê ya 2024-2025’an dest pê bike. Desteyê diyar kir ku werza yekemîn dê 2’ê Çileya 2025’an bi dawî bibe û werza duyemîn 15’ê Çileya 2025’an dest pê dike û 15’ê Gulanê bi dawî dibe.

Li gorî çîgirê Hevserokatiya Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Azad Berazî, di sala perwerdeyê ya 2023-2024’an de hejmara xwendekaran 860 hezar bû û di 4 hezar û 100 dibistanan de perwerde bûn, her wiha hejmara mamosteyan 40 hezar bû û hejmara karmendên qada perwerdeyê nêzî 50 hezar bû.

Berazî diyar kir ku di sala nû ya perwerdeyê de hejmara nêzî 900 hezar e, lê ya mamosteyan mîna ya par e.

Têkildarî amadekariyên sala nû Berazî got: "Ji bo sala nû ya perwerdeyê Desteya Perwerde û Fêrkirinê pêwîstiyên dibistanan ên wekî pirtûkan peyda kirine û dewreyên perwerdeyê ji bo rêveber û mamosteyan vekirin."

Li gorî Desteya Perwerde Fêrkirinê, pêwîstiya 693 dibistanan bi sererastkirinê hebûn, sererastkirina 151 dibistanî bi dawî bûne û xebatên sererastkirina dibistanên din dewam dikin.

Li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi zimanên erebî, kurdî û suryanî perwerde tê dayîn.

Berazî di dawiyê de got: "Bi armanca ku her pêkhateyek ji yên din qut nebe, Desteya Perwerdeyê biryar da ku xwendekarên ku refa 4’an a seretayî temam kiribin, dikarin li kêleka zimanê dayikê zimanekî din ê pêkhateyekê hilbijêrin."

(bb)

ANHA