Hunermendê ciwan Diyar Yûsif: Dixwazim hunerê di civaka xwe de berbelav bikim

Diyar Yûsif şêwekarekî ciwan e. Ne tenê bi firçe û rengan tabloyan çêdike, her wiha li ser text û caman jî afirîneriya xwe dikole û mêxikan jî vediguherîne berhemên hunerî.

6 tebax, 2025   06:20
QAMIŞLO
EHMED SEMÎR

Diyar Yûsif hunermendekî ciwan e ku li bajarê Qamişlo dijî. Ew bi derfetên kêm xebatên xwe dewam dike û di wê baweriyê de ku "mirov dikare li cihê xwe siberojên xweş ava bike.”

Diyar 23 salî ye, ji 18 saliya xwe ve rêya xwe di cîhana hunerê de vekiriye. Di pêvajoya ezmûna xwe ya afirîneriyê de gelek şêwazên şêwekariyê bi kar anîn. Wî bi van ceribandinên xwe rêyeke nû ji xwe re di qada hunerê de vekir.

Diyar destpêkê bi pênûsa xurşînê û komirê tabloyên xwe nîgar dikirin, paşê berê xwe da hunera şewitandina li ser textan. Li wir jî ranewestiya û tabloyên xwe li ser caman kolan. Diyar carinan bi firçe û rengan tabloyan dinexişîne, lê herî dawiyê berê xwe da hunereke giran, ew jî çêkirina tabloyan bi mêxik û tayê ye.

Diyar dibêje: "Ji zarokatiyê ve min ji xêzkirinê hez dikir. Min perwerdeya akademîk negirt, lê bi pratîkê û beşdarbûna kursan xwe bi pêş xist. Min ji derdora xwe, hevalên xwe û her tiştê li dora xwe sûd wergirt, heya ku hêdî hêdî fêrî şêwaz û teknîkên nû bûm.”

‘HER HUNEREKÊ TABETMENDIYEKE XWE HEYE’

Diyar Yûsif da zanîn ku wî gelek şêwazên şêwekariyê bi kar anîne, lê her yek ji wan şêwazan taybetmendiya xwe ya cuda heye û dibêje: “Dema ku bi komirê xêz dikim, ez nêzî du rojan li tabloyê dixebitin, eger rojane 2 saetan bixebitim. Ji bo çêkirina tabloyên bi teknîka şewitandina textan ez ji bo her tabloyekê nêzî 5 rojan dixebitim, rojane saetek û nîv li ser tabloyê kar dikim.”

Diyar destnîşan kir ku çêkirina tabloyên bi teknîna mêxik û tayê ya herî giran e ku ji bo her tabloyekê demeke dirêj dixebite.

NAVENDEKE BIÇÛK LÊ ARMANCÊN MEZIN

Diyar di salên derbasbûyî de li bajarê Qamişlo bi Koma Orkîd re wek şêwekar dixebitî. Lê paşê biryar da ku karê xwe yê taybet peyda bike, lewma tevî derfetên kêm jî, ji xwe re li bajêr navendeke biçûk a xebatê vekir.

Diyar da zanîn ku armanca wî ya vekirina navendê ne bidestxistina pereyan e û got: "Armanca min ne qezenckirina pereyan e, lê ez dixwazim ku xelk tabloyên min ên hunerî bibîne. Ez dixwazim karê min bibe neynikek ku ruhê hunera min nîşan bide û bigihêje civaka min.”

Navenda kar a biçûk a ku li kolaneke qerebalix a li bajêr e, ji bo Diyar ne cihekî guncaw e ji bo afirîneriya hunerî. Ji ber vê yekê Diyar hêvî dike ku di siberojê de projeyeke hunerî ya mezin ava bike û cihekî guncaw peyda bike, cihekî bêdeng da ku bikare zarok û mezinan fêrî hunera şêwekariyê bike.

Tevî zehmetiyan jî, Diyar nexwestiye koçber bibe yan ji welatê xwe dûr bikeve. Ew di wê baweriyê de ye ku mirov dikare li cihê xwe siberojên xweş ava bike û dibêje: "Gelek kes ji min dixwazin ku ez zarokên wan an jî mezinan fêrî xêzkirinê bikim. Ez dixwazim li vir bimînim, fêr bikim, hevkariyê bikim, çanda hunerê di civaka xwe de belav bikim.”

(k)

ANHA