‘Nenavendîtî yekane rêya çareseriyê ye’

Şêniyên kantona Dêrazorê diyar kir ku sîstema nenavendî û Rêveberiya Xweser yekane rêya çareseriya aloziya Sûriyeyê ne. Şêniyan bi bîr xist ku ezmûna li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ev rastî îsbat kiriye.

‘Nenavendîtî yekane rêya çareseriyê ye’
6 tebax, 2025   04:05
DÊRAZOR
FATMA EL EBID

Di rewşa tevlihev a li Sûriyeyê de daxwaz û hêviyên çareseriya aloziyê zêdetir dibin. Şêniyên kantona Dêrazorê diyar kir ku sîstema Rêveberiya Xweser îsbat kiriye ew yekane rêya çareseriya aloziya tevahî Sûriyeyê ye.

Têkildarî mijarê hevserokê Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê yê bajarê Hecînê yê Dêrazorê Yehya El Elî destnîşan kir ku aloziya Sûriyeyê bûye sedema parçebûna civakî û siyasî ya di nava şêniyan de ye. El Elî da zanîn ku di rewşa heyî ya Sûriyeyê de pêwîstî bi çareseriyeke mayînde ya mafên hemû pêkhateyan biparêze heye û wiha axivî: “Yekane rêya çareseriyê sîstema rêveberiya xweser e. Li vir edaleta civakî, jiyana xwişk û biratiyê di nava hemû pêkhateyan de heye. Ev bi xwe cewherê çareseriya aloziya li tevahî Sûriyeyê ye.”

El Elî di berdewama axaftina xwe de sîstema hevserokatiyê bi bîr xist û diyar kir ku bi sîstema hevserokatiyê rê li ber yekdesthilatdariyê tê girtin û wiha dawî li gotina xwe anî: “Baweriya me bi demokrasiyê tê. Divê gel bibe xwedî biryar. Ev bi kongreyên herêmî, komîn û meclisan pêk tê. Ev tenê dikare bibe rêya çareseriya mayînde ya tevahî aloziya Sûriyeyê.”

Endamê Meclisa Bajarê Hecînê Seed El Mehmûd li ser mijarê axivî û sîstema rêveberiya xweser a xwe dispêre biratiya gelan û jiyana hevbeş pesinand. El Mehmûd got, Rêveberiya Xweser mafên hemû pêkhateyan diparêze û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Xwişk û biratiya gelan bi pêş dixe. Pirrengiyê diparêze û mafên her kesî misoger dike. Berevajî sîstema navendî ya hemû beşên civakê paşguh dike. Yekrengiyê diparêze û nakokiyan mezin dike.”

El Mehmûd di dawiya axaftina xwe de jî destnîşan kir ku pêdiviya gelê Sûriyeyê niha ji her demê zêdetir bi sîstema nenavendî ya dikare çareseriya demokratîk bi pêş bixe, heye. El Mehmûd îşaret pê kir ku rêveberiya xweser rêveberiyê wekhev parve dike, mafên her kesî misoger dike, ji lewma ew tenê dikare bibe rêya çareseriya aloziya Sûriyeyê.

Jina bi navê Rewa El Xilêf jî li ser mijarê ev tişt anî ziman: “Gelek kes ji nenavendiyê ditirsin, wê wekî parçebûna Sûriyeyê pênase dikin. Ez ji wan re dibêjin berevajî wê ne navendî çareseriyê bi xwe re tîne. Sîstema navendî welat gihand vê astê. Wêranî, talan û parçebûn bi salae tê jiyîn. Ev hemû ji ber sîstema navendî ye. Mixabin hîn piraniya hêzên siyasî esîrên sîstema navendî ne. Em ji wan re dibêjin ji niha û şûn ve ne pêkane derveyî sîstema ne navendî çareseriyeke mayînde ya mafên her kesî biparêze, li Sûriyeyê pêk were.”

Rewa El Xilêf axaftina bi hevoka “Gelê Sûriyeyê nema ezmûnên nû yên têkçûyî tehemûl dike. Pêdiviya me bi dawîkirina şer û avakirina civaka hevgirtî heye.” bi dawî kir.

(dc)

ANHA