Koçberên li Kampa Waşûkanî li benda vegerê ne

Bi hezaran koçberên Serêkaniyê yên ku piştî dagirkirina warê wan ji payîza 2019’an ve li Kampa Waşûkanî ya li Hesekê dimînin, li benda vegera li cih û warê xwe ne.

Koçberên li Kampa Waşûkanî li benda vegerê ne
Koçberên li Kampa Waşûkanî li benda vegerê ne
Koçberên li Kampa Waşûkanî li benda vegerê ne
Koçberên li Kampa Waşûkanî li benda vegerê ne
6 tebax, 2025   05:05
HESEKÊ
DIYAR EHMED – BILIND HECÎ

Di encama êrişên dagirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Serêkaniyê de, zêdetirî 16 hezar koçberên Serêkaniyê li Kampa Waşûkanî ya li rojavayê bajarê Hesekê bi cih bûne.

Di kampê de 2 hezar û 259 malbat hene ku rewşên herî dijwar derbas dikin, aloziyên tenduristî û jîngehî girantir dibin, her wiha xizmetên bingehîn ên wekî ceyran, av û kanalîzasyonê kêm in.

Tevî ku 5 sal di ser koçberiyê re derbas bûne, lê koçber li bendê ne û bi hêvî ne ku daxwaza wan a vegera ewle ya li cih û warê xwe pêk were.

Koçberê bi navê Ehmed El Îdan diyar kir ku di germahiya havînî de çadir dibin mîna firneyan û got: "Em nikarin di binê çadiran de bimînin. Li aliyekî din jî qirêjî belav e û paqijî nîn e. Beriya çend rojan zarokek ji ber pêvedana mar jiyana xwe ji dest da."

El Îdan destnîşan kir ku kampa Waşûkanî ji wan re bûye mîna kabûseke rojane û ev li gotinên xwe zêde kir: "Em tiştek nemumkin naxwazin. Em dixwazin vegerin malên xwe. Em bang li Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên hiqûqî dikin ku ji bo garantîkirina vegera me ya ewle zextê çêbikin."

Salim El Elî anî ziman ku êşa dijwar a di ava kampê de êdî nayê tehemulkirin û got: "Em di rewşeke pir xirab de dijîn. Germahî me dikuje, xizmet nîn in. Tişta ku em dixwazin biçûk e, ew jî vegera me li herêmên me ye ku em ji hatine dûrxistin û bi rûmetî lê bijîn."

El Elî bi bîr xist ku ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker wî gelek tişt ji dest dan û got: "Ji ber êrişa dagirkeran zarokekî min birîndar bû û gelek windahiyên me yên madî jî çêbûn. Ji bilî vegerê em tiştekî din naxwazin. Veger mafê me yê herî sereke ye."

Koçberên Serêkaniiyê bang li hêzên navneteweyî dikin ku berpirsyariyên xwe bi cih bînin, dawî li dagirkeriya Tirk bînin û vegera ewle ya koçberan a li gund û bajarên wan garantî bikin.

(bb)

ANHA