Huda Rizq: Îsraîl hebûna baregehên Tirkiyeyê li Sûriyeyê red dike

Lêkolînereke karûbarên Tirkî diyar kir ku êrişên Îsraîlê yên li dijî baregehên leşkerî yên li naverasta Sûriyeyê ji bo sînordarkirina serweriya Tirkiyeyê ne û ji bo başûrê Sûriyeyê armanc ew e ku herêmeke tampon were avakirin ku Îsraîl sûdê wergire.

Huda Rizq: Îsraîl hebûna baregehên Tirkiyeyê li Sûriyeyê red dike
11 nîsan, 2025   07:35
NAVENDA NÛÇEYAN 
GÎVARA ŞÊX NÛR

Di dema dawîn de, bi armanca zêdekirina serweriya xwe ji aliyekî ve û sînordarkirina serweriya Tirkiyeyê ji aliyekî din ve, Îsraîlê êrişên xwe zêde kirin.  Ew jî dibe sedem ku rageşiya di navbera her du aliyan de zêde bibin.

Lêkolînera Karûbarên Tirkî Dr. Huda Rizq diyar kir ku êrişên Îsraîlê li dijî Sûriyeyê bi armanca pêşî li serweriya Tirkiyeyê bê girtin bûn. Bi wateyeke din ev êriş ji Tirkiyeyê peyamek e ku ew yekcar hebûna baregehên leşkerî yên Tirkiyeyê li Tedmur û Hemayê red dike. Huda Rizq got: "Êrişên Îsraîlê pêkanîna gefên xwe ku hebûna van baregehên leşkerî qebûl nake, ye."

Huda Riziq wiha domand: “Peyam gihîşt Tirkiyeyê. Lê yê ku serweriya Îsraîlê û Tirkiyeyê diyar dike Amerîkayê ye. Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê dema serdana Amerîkayê kiribû daxwaza navberkariyê ji Amerîkayê kir, ji ber ku dît ku Îsraîlê gefên xwe li dijî wê li Sûriyeyê zêde kirine. Lê piştî serdanê, Îsraîlê gelek deverên Sûriyeyê bombebaran kirin û nerazîbûna xwe li hemberî para ku Tirkiye di Sûriyeyê de, nîşan da.”

Huda Riziq diyar kir ku Trump ji Netanyahu re gotibû ku divê ew bi Erdogan re li hev bike û Amerîkayê  dewleta Tirk a dagirker û ya Îsraîlê diyar kiriye.

Huda di berdewama gotina xwe de wiha anî ziman: "Piştî ku Netanyahu çû Koşka Spî, me dît ku Serok Trump çawa jê re got ku divê ew bi Erdogan re bigihîje lihevkirinekê û Amerîkayê çawaniya serweriya Tirkiyeyê û çawaniya serweriya Îsraîlê diyar kirine."

Di vê dawiyê de Îsraîlê gelek baregehên leşkerî yên li Sûriyeyê weke balafgeha T4 a leşkerî (60 KM li rojhilatê bajarê Tedmurê) û balafgeha leşkerî ya Hemayê bombebaran kirin. Dezgehên ragihandinê jî diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker dixwest wan deveran kontrol bike.

Der barê hebûna Îsraîlê li başûrê Sûriyeyê de jî Huda Riziq wiha pê de çû: “Hebûna Îsraîlê li başûrê Sûriyeyê bi armanca çêkirina herêmeke ewle û tampon li gorî berjewendiyên Îsraîlê ye.”

Huda Riziq wiha dawî li gotina xwe anî: "Ji ber wê, em dikarin bêjin herêmeke mezin ji başûrê Sûriyeyê (herêma ku heta niha Îsraîl gihîştiyê) herêmeke tampon ku Îsraîlê tê de ye."

Li gorî lêkolîner, herêma ku wê bikeve serweriya Erdogan, herêma bakurê Sûriyeyê û serweriya wî ya mezin li herêma navîn jî hebe.

(mh/fr)

ANHA