Xebatên Şaredariya Reqayê yên qîrkirina rêyan

Şaredariya Gel a bajarê Reqayê di çarçoveya plansaziya xwe ya sala 2025'an de dest bi amadekariyên qîrkirina rêyan kir.

Xebatên Şaredariya Reqayê yên qîrkirina rêyan
Xebatên Şaredariya Reqayê yên qîrkirina rêyan
Xebatên Şaredariya Reqayê yên qîrkirina rêyan
Xebatên Şaredariya Reqayê yên qîrkirina rêyan
Xebatên Şaredariya Reqayê yên qîrkirina rêyan
Xebatên Şaredariya Reqayê yên qîrkirina rêyan
Xebatên Şaredariya Reqayê yên qîrkirina rêyan
Xebatên Şaredariya Reqayê yên qîrkirina rêyan
11 nîsan, 2025   07:05
REQA

Di çarçoveya pêkanîna plansaziya sala 2025'an de, tîmên Şaredariya Gel a bajarê Reqayê dest bi xebatên amadekariyên qîrkirina rêyan kir.

Şaredariyê li kolana Mensûr a li aliyê bakurê bajêr, rêya di navbera çerxerêya Delê û kolana Qîtar de û rêya di navbera kolana Kehreba û kolana Qîtar de, peyarêyên bi dirêjahiya 2 hezar metre sererast kirin.

PROJEYÊN KANALÎZASYONAN

Bi gaveke girîng a başkirina binesaziya li bajarê Reqayê, Şaredariya Gel li taxa Ekrad a li aliyê bakurê bajêr dest bi projeya avakirina kanalîzasyonê kir. Proje bi dirêjiya 4 hezar û 500 metreyan ji rêya sereke ya bakurê rêya trênê heta hundirê taxê û ji çerxerêya Hezîme heta navenda tenduristiyê ya şehîd Medya dirêj dike.

Şaredariyê di destpêkê de bi amûrên nûjen dest bi xebatên kolandinê kir, her wiha rîgarên kanalîzasyonan hatin amadekirin ku ji boriyên tevahî malan bigihînin kanalîzasyonan.

Çavdêrê projeya kanalîzasyonan û serokê Daîreya Xebatên Giştî,  endazyar Husam El Kalo diyar kir ku xebat li herêmêa El Endelus û herêma ji çerxerêya Hezîme heta bi navenda tenduristiyê ya şehîd Meyda didome.

El Kalo diyar kir ky dirêjiya tora nû ya kanalîzasyonan 4 hezar û 500 metre ye û di kolanan de odeyên taqîkirinê jî tên çêkirin.

El Kalo da zanîn ku Daîreya Xebatên Giştî bi hevkariya yek ji rêxistinên li Reqayê dixebitin re tora kanalîzasyona ya li taxa Nehda jî sererast dike. Dirêjahiya torê 2 hezar û 500 metre ye û wê bi tora nû bê guhertin.

Li kêleka wê jî daîre tora taxa Teyar a rojavayê başûrê bajêr a bi dirêjiya 300 metreyan sererast dike.

El Kalo diyar kir ku armanca van projeya binesaziya li taxên bajarê Reqayê werin geşkirin, da ku jîngeha avahîsaziyan baştir bibe. Ev hemû amadekariyên destpêkê yên ji bo qîrkirina rêyan in.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku şaredariyê par projeya herî mezin a kanalîzasyonan ji dema rizgarkirina bajarê Reqayê ve di 2017'an de, pêk anî.  Dirêjahiya projeyê 18 kîlometre bû, di encamê de 79 kolan hatin qîrkirin.

(mh/fr)

ANHA