Şêxmûs Ehmed: Şertê vegera koçberan derketina dagirkeran e

Şêxmûs Ehmed anî ziman ku şertê vegera ewle ya li Efrîn û Şehbayê derketina çeteyan ji wan herêman û garantîkirina jîngeheke ewle ye. Şêxmûs Ehmed pêşniyar kir ku ji bo şopandina vegera koçberan jî komîteyeke sêalî bê avakirin.

Şêxmûs Ehmed: Şertê vegera koçberan derketina dagirkeran e
11 nîsan, 2025   03:45
REQA
MIZGÎN ELÎ

Hevserokê Nivîsgeha Kar û Barên Koçberan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Şêxmûs Ehmed bi bîr xist ku Rêveberiya Xweser 23’yê Çileyê biryarek ji bo hêsankirin û piştevaniya vegera dilxwaz a niştecihên li kampên herêmên Rêveberiya Xweser dabû. 

Şêxmûs Ehmed der barê mijarê de ji ajansa me re axivî û got Rêveberiya Xweser piştî biryarê bang li tevahiya dewletan, di serî de Neteweyên Yekbûyî û Komîseriya Kar û Barên Koçberan, her wiha desthilata Şamê kir ku vegera koçberên ji kantona Efrîn-Şehba, Girê Spî û Serêkaniyê hêsan bikin. Her wiha anî ziman ku şertê vegera koçberan a ji bo vegera li warên xwe, ew e ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li herêmên wan tune bin û tevahî kesên ku piştî koçberkirina niştecihên wê li wan herêman hatine bicihkirin, derkevin.

Ehmed aşkera kir ku her tim hemahengî bi Komîseriya Kar û Barên Koçberan a NY’yê re heye û pêşniyar kir ku komîteyeke sêalî ji Rêveberiya Xweser, komîseriya NY’yê û nûnerên desthilata Şamê were avakirin da ku vegera ewle ya koçberan bişopîne.

Ehmed destnîşan kir ku Komîseriya Kar û Barên Koçberan (UNHCR) lêkolînek li ser koçberên Efrîn, Şehba, Tebqa û Reqayê kirine da ku daxwaza wan a ji bo vegerê binirxîne. Her wiha diyar kir ku şertê rêveberiyê ji bo vegereke ewle derketina çeteyan ji herêmên dagirkirî ye.

Ehmed hêvî kir ku hevdîtin di navbera QSD û desthilata Şamê de dewam bikin, her wiha bang li rêxistinên navneteweyî yên mafên mirovan kir ku zextê li aliyên ku bûne sedema koçberan bikin, bila ji herêmê derbikevin. Ehmed îşaret pê kir ku hejmara koçberên ji kantona Efrîn-Şehba yên li Reqa, Tebqa û Cizîrê nêzî 20 hezar e.

Hevserokê Nivîsgeha Kar û Barên Koçberan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Şêxmûs Ehmed di dawiya axaftina xwe de got, ew bi hêvî ne ku ji destpêkirina pêvajoyeke nû ya ber bi avakirina Sûriyeya siberojê ve pirsgirêkên koçberan û penaberan werin çareserkirin. Her wiha anî ziman ku ji bo vegera ewle û rûmet a koçberan divê piştevaniyeke navneteweyî ya rasteqîn hebe.

(bb)

ANHA