Parlamentoya Belçîkayê têkildarî ‘penaberên neqanûnî’ pêşnûmeyek pejirand

Parlamentoya Belçîkayê pêşnûmeya destûrê dide polîsan ku bikevin malên penaberên guman tê kirin ku ne qanûnî ne û wan dersînor bikin, pejirand.

Parlamentoya Belçîkayê têkildarî ‘penaberên neqanûnî’ pêşnûmeyek pejirand
6 mijdar, 2026   13:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Parlamentoya Belçîkayê îro têkildarî penaberên guman tê kirin ku bi neqanûnî dijîn û guh nadin fermanên derketina ji welêt, pêşnûmeyek erê kir. Pêşnûme, destûrê dide polîsan ku bikevin malên wan penaberan û wan dersînor bikin.

Pêşnûme piştî nîqaşên ku heya derengî şevê dewam kir, derdora saet 05.00‘ê sibehê bi piraniya dengan li parlamentoyê hat pejirandin.

Pêşnûmeya hatiye qebûlkirin, di çarçoveya pêngaveke berfireh a bi pêşengiya serokwezîrê rastgir Bart De Wever de hatibû pêşniyarkirin. Armanca pêngavê dersînorkirina penaberên daxwaznameyên wan ên mayîna li Belçîkayê hatine redkirin, were lezandin.

Rêxistinên mafên mirovan û parêzeran bertek nîşanî pêşnûmeyê da û wek binpêkirina mafên destûrî û qanûnên parastina nepenîtiyê pênase kir.

Duh êvarî derdora 3 hezar kes bi armanca redekirina pêşnûmeyê zincîreke mirovî li dora koşka dadweriyê ya li Brukselê çêkiribû. Li bajar û bajarokên din ên Belçîkayê jî zêdetirî 50 xwepêşandan hatin lidarxistin.

Berî dengdanê, Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ji parlamenteran xwest pêşnûmeyê red bikin û hişyarî da ku bandorên wê dikarin ji koçberên bêbelge yên ku ji bo dersînorkirinê hatine hedefgirtin wêdetir biçin û kesên ku alîkariyê didin wan jî tê de bin.

(bb)