HPG’ê şehadeta 2 gerîlayan ragihand

HPG’ê ragihand ku 2 gerîla şehîd bûne û diyar kir ku “Em soza xwe dubare dikin ku bîranînên şehîdên xwe timî bidin jiyandin.”

HPG’ê şehadeta 2 gerîlayan ragihand
10 tebax 2024   12:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ya li ser mijarê wiha ye:

“Hevrêyên me Firat Dilopa Baranê û Dîrok Cûdî li Herêmên Parastinê yên Medyayê di demên cuda de dema li ser wezîfeyên xwe bûn, şehîd bûn.

Hevrêya me Dîrok wek ferdeka gelê Mihelmî yê qedîm ê Mezopotamyayê, di Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de cih girt û ji dil bawerî bi paradîgmaya Netewa Demokratîk a Rêber Apo anî û ji bo vê yekê jî xwe ji fedakirinê neda paş. Bi têkoşîna xwe bû haveynê jiyana hevpar a gelên me. Hevrêya me xwe di hêmanên Rêber Apo ya ji bo jina azad de gav bi gav perwerde kir û xaka mirî ya zihniyeta desthilatdariya mêr ji ser xwe avêt. Bi sekin, jiyan û tevlîbûna xwe ya bêteredut bû milîtaneke PKK-PAJK’ê ya mînak. Hevrêya me Dîrok wezîfeyên girîng dewrî me hevrêyên xwe kir û divê em teqez van wezîfeyan bi ser bixînin. Em ê xeyala wê ya Kurdistana Azad û Rojhilata Navîn a Demokratîk teqez pêk bînin.

Geverê navê xwe bi berxwedanê nivîsandiye dîroka Kurdistanê û ji nava xwe gelek fermandarên hêja derxistiye holê. Ewladê wêrek ê Geverê hevrêyê me Firat jî di tevahiya jiyana xwe ya têkoşînê de, ji bo bibe layiqê nasnameya welatparêziyê ya ku gelê me yê Geverê bi berdêlên mezin afirandî, xebitî. Li ser vî bingehî hevrêyê me li her qada ku lê ye bi fedekariya xwe derket pêş û bi keda xwe ya ku ji bo pêşketina şerê azadiyê dayî, derket pêş. Bi keda xwe ji bo me hevrêyên xwe bû milîtanekî Apoyî ku her tim mînak bê girtin.

Hevrêyê me Firat û Dîlok ji bo azadiya gelê me her kêliya xwe bi têkoşînê derbas kirin û xwe ji berdêldayînê nedan paş. Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me em ji hemû gelên Kurdistanê yên welatparêz re sersaxiyê dixwazin. Em soza xwe dubare dikin ku bîranînên şehîdên xwe timî bidin jiyandin.

FIRAT DILOPA BARANÊ

Hevrêyê me Firat li Geverê hate dinê. Navê Geverê bi berxwedanê re bûye yek, tevî hemû zextan serî li ber dijmin netewandiye û bi sekna xwe ya serhildêr welatparêzî bi kûrahî jiyan kiriye. Ji ber ku malbata wî û derdora wî welatparêz e, hevrêyê me Firat di temenekî biçûk de partiya me PKK nas kir. Gever yek ji qadên ku şerê me yê azadiyê lê herî zêde tê meşandin e. Hevrêyê me Firat jî ji ber ku li cihekî wisa ji dayik dibe û mezin dibe, ango di nava têkoşînê de mezin dibe. Lewma rastiya me ya Partiyê ji nêz ve nas kir. Bi taybetî ji xeta têkoşînê ya hin hevrêyên ku nas dikir û sekna wan a di nava jiyanê de bandor dibe û ji bo têkoşîna me hîn zêdetir dibe eleqedar. Di heman demê de zexta zêde ya dijmin jî hîs kir û ji zaroka xwe ve, li hemberî dijmin bû xwedî hêrseke mezin. Lewma hevrêyê bi rengekî aktîf beşdarî serhildanan bûye. Hêrsa xwe ya li hemberî dijmin, veguherand çalakiyê. Hevrêyê me Firat demekê neçar dimîne ku li dibistanên dijmin bixwîne û li vir rrastiya dijmin hîn baştir nas dike. Hevrêyê me ferq kir ku dijmin dixwaze polîtîkayên xwe yên şerê taybet, bi kûrahî bimeşîne. Lîseya sporê ya ku diçûyê, terikand û bersiva pêwîst da dijmin. Hevrêyê me Firat demekê di nava xebatên ciwanên şoreşger de cih girt û hem tevlîbûneke aktîf pêk anî, hem bersiva êrîşên dijmin da hem jî ji bo ku gelek ciwanên Kurd bi zane bibin û tevlî nava refên berxwedanê bibin, ked da. Dijmin zext û êrîşên xwe yên li hemberî gelê me zêde dike û li dijî ciwanên Kurdistanê polîtîkayên şerê taybet kûr dike û didomîne. Ev yek bû sedem ku hevrêyê me Firat têkoşîna xwe hîn mezintir bike. Hevrêyê me dizanî ku ev yek jî bi rengekê herî rast li çiyayên Kurdistanê bi tevlîbûna nava refên gerîla pêkan e. Berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrê Firat perwerdeya xwe ya bingehîn li Herêmên Parastinê yên Medyayê girt. Bi tevlîbûna xwe ya bi coş û ji dil di demek kurt de fêrî jiyana çiya û gerîla bû. Hevrêyê me yê ku gerîla wek hêviya gelê me didît, di pêvajoya ku êrîşen dijmin li ser gerîla herî zede bûn de bê tereddut tevlî refên berxwedanê bû. Ji bo berpirsyariya dîrokî ya ku hilgirtibû ser milên xwe pêk bîne bû xwedî kedekî bêhempa. Li ser vî esasî di serî de perwerdeyên leşkerî ji hemû perwerdeyan re pir bi kurahî tevlî bû û xwest ku der barê jiyana çiya de her tiştî fêr bibe. Hevrêye me ji jiyana gerîla û çiya pir hez dikir û bi tevlîbûna xwe ya kelacanî û bi coş re her tim enerjiyek pozîtîf li derdora xwe belav kir. Bi taybetî jî ji bo bibe bersiva pêvajoya şer, dixwest ku xwe di taktîkên serdema nû de pêş bixe. Û bi vê daxwazê ve lêhûrbûnên pir kur kir.

Hevrêyê me yê ku di gelek qadê xebatan de hewla berpirsyariya serdemê pêkanînê dida, bi kesayeta xwe ya kedkar û fedakar ve ji hemû hevalên xwe re bû mînak. Bi taybetî jî pir ji dil û bi daxwaz tevlî amadekariya zemîna şer bû. Bi vê tevlîbûnê re bibawer bû ku wê şerê tunelan serbikeve. Ji bo vê bi tempoyekê pir bilind tevlî bû û di çêkirina gelek tunelên şer de bû xwedî ked. Hevrêyê me yê di qadên ku cih girtibû de hemû berpirsyatiyên xwe pêk aniye, ji bo biçe heremên ku şer lê girane gelek pêşniyar kirin.

Pêşniyara hevrêyê me yê Firat hatibû pejirandin, lewma bi kelecanî tevlî xebatan bû. Hevrêyê me yê ku destpêkê di amadekirina tunelên şer de cih girtibû, bi fedakarî û kedkariya xwe derket pêş. Hevrê Firat ê ku di heman demê de ji komên gerîla berpirsyar bû, her tim lêhêrbûn kir ku derbe li dijmin bide. Hevrê Firat hem ji hevalên xwe yên ku li Avaşîn, Zap û Metîna di tunelên şer de, hem jî tîmên bi tevger ên gerîla yên ku derbên giran li dijmin dixistin, moral digirt û ji tecrubeyên ku ji wir derdiket sûd werdirt. Ji bo ku barê hevrêyên xwe sivik bike difikirî ku pêwîste ew jî bi awayek aktîf tevlî çalakiyan bibe û di vî alî de hewldanên xwe jî zêdetir kir. Li ser vî esasî tevlî gelek çalakiyan bû û bi wêrekiya xwe hêz da hevrêyên xwe. Di her çalakiya ku têde cih girtî de ji hevrêyên xwe re bû mînak û ji ber ku di encamgirtina çalakiyan de xwedî kedek mezin bû, rêz û hûrmeta hevalên xwe qezenc kir.

Heval Firat ji roja ku tevlî nav refên gerîla bû û heta gihîşt şehadetê giredanbûna xwe ya li hemberî nirxên azadiyê yê ku bi berdelên mezin hatibû afirandin, qet winda nekir. Bi têkoşeriya xwe ya bênavber ji hevalên xwe re bû mînak. Em wek şopdarên wî careke din soz didin ku di şexsê hevrê Firat de bîranîna hemû hevalên xwe yên ku ji bo azadiya gelê xwe gihîştinê şehadetê, bidin jiyandin.

DÎROK CÛDÎ

Hevrêya me Dîrok li bajarê Til Hemis ê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di nava malbateke Mihelmî de ji dayîk dibe. Ji ber ku malbata wê xwedî çandake dêrîn bû hevrêya me Dîrok jî girêdayî nirx û cewherên xwe mezin bû. Hevrêya me zêdetir li Qamişloyê mezin dibe û li vir sekna welatparêziyê ya gelê me gelekî bandorê li hevrêya me dike. Hevrêya me her çend partiya me PKK bîhistibe jî piştî Şoreşa Azadiyê ya Rojava zêdetir nas dike. Bi taybetî jî têkoşîna bi fedaîyane ya hemû ciwanên jin û mêr yên ji hemû gelan gelekî bandorê li hevrêya me dike. Her wiha xala têkoşîna li her qadê ya ji bo têkbirina zexta paşverû ya li ser jinan û bidestxistina azadiyê jî gelekî bandorê li hevrêya me dike. Hevrêya me ya ku van geşadanên di nava civakê de ji nêz ve dişopîne, bi xwe rastiya hin ferasetên li dijî Partiya me yên ku beriya wê ji aliyê hin pêkhateyan ve hatin afirandin, dît. Bi taybetî jî pêşxistina çareseriyên Rêber Apo yên têkildarî pirsgirêkên jinan ên di nava civakê de bû sedem ku hevrêya me bikeve di nava lêpirsînên kûr. Hevrêya me bi kûrbûn û lêpirsînên xwe encama ku analîzên Rêbertiya me xwedî nirxên jiyanî ne, bi dest xist û qanih bû ku ev perspektîf li gel pêvajoya şoreşê temsîliyeta rastî û heqîqetê dikin. Hevrêya me beriya wê jî weke jineke ciwan xwe li hemberî civakê berpirsiyar dibîne û piştî ku rastiya Rêber Apo û PKK’ê nas dike, baweriya ku divê vê berpirsiyariyê veguherîne çalakiyan bi dest xist. Girêdayî van yekan hevrêya me bi kûrbûnên xwe biryar dide ku tevlî nava refên gerîla bibe û di sala 2017’an de berê xwe dide çiyayên Kurdistanê û di nava refên gerîla de cihê xwe digire.

Hevrêya me dema ku xwe digihîne çiyayên Kurdistanê heybeta çiyayn bandoreke mezin lê dike û her çend di destpêka tevlîbûnê de bi zehmetiyên fîzîkî re rû bi rû bimîne jî bi alikariya hevrêyên xwe di demeke kurt de van zehmetiyan bi awayekî serkeftî derbas dike. Hevrêya me bi perwerdeyên jiyanî di demeke kurt de hînî jiyana çiya û gerîla dibe û her ku diçe dibe xwedî tevlîbûneke aktîf. Hevrêya me Dîrok ya her ku xweşikbûn û azadiya çiyayên Kurdistanê hîs dike xwe çiyayan re zêdetir yekbûnekê bi dest dixe, ev yek di hemû kêliyên jiyana xwe de bi awayekî serkeftî nîşan da. Hevrêya me dizanîbû ku pêvajoya tevlî gerîlayan bûye ji bo gelê me pêvajoyeke gelekî girîng e û baweriya ku divê teqez ji daxwaza gelê me ya ji bo azadiyê re bibe bersiv, li cem peyda bû. Ji bo vê yekê jî dizanî ku divê xwe di warên leşkerî û îdeolojîk de gelekî pêş bixe. Girêdayî van yekan hevrêya me giraniya xwe dide perwerdeyan û di demeke kurt de karî bibe gerîlayeke YJA Starê ya xwedî tecrûbe. Hevrêya me her roj xwe di warê naskirina xwe û hêza xwe de pêş xist û li hemberî zehmetiyan karî bi awayekî serkeftî têbikoşe û îradeya jina azad di kesayeta xwe de biafirîne. Hevrêya me piştî ku perwerdeya xwe temam dike, derbasî qadên pratîkê dibe û li vir li gel hevrêyên xwe yên jin têkoşînê dide meşandin.  Hevrêya me Dîrok li gel hevrêyên xwe yên jin yên ku her yek ji devereke cuda tevlî nava refên gerîla bûne, têkoşîna ji bo heman armanca azadiyê ji bo xwe weke derfetekê pênase dike û bi alikariya hevrêyên xwe pêngaveke girîng diavêje. Hevrêya me bi temamiya çiyayên Kurdistanê re yekbûnekê pêk tîne û li hemberî hemû hûrgiliyên jiyanê xwe berpirsiyar dibîne. Hevrêya me li hemberî gelê me jî xwe berpirsiyar dibîne û bi hizra derbasbûna çalakiyan xwest xwe di taktîkên gerîla yên serdema nû de gelekî pêş bixe. Girêdayî vê yekê hevrêya me gelek perwerdeyên pisporîyê yên leşkerî dibîne û di van pêvajoyên perwerdeyê de bi tevlîbûna xwe ya serkeftî ji bo hevrêyên xwe bû mîlîtaneke mînak. Hevrêya me piştî ku perwerdeyên xwe temam dike û xwe di warê îdeolojîk de pêş dixe, pêşniyar dike ku li hemberî dewleta Tirk a dagirker derbasî qadên şer bibe û li gelek qadên Hêrêmên Parastinê yên Medyayê gerîlatiyê dike.

Li hemû qadên ku lê dimîne bi hevrêtiya xwe ya bihêz û kesayeta xwe ya fedekar û kedkar dibe mîlîtaneke PAJK’ê ya mînak û ji bo ku tevlîbûna xwe bigîhîne astên bilindtir tim di nava kûrbûnan de bû. Hevrêya me mezintirîn armanca xwe weke layiqbûna ji şehîdên me û afirînerê hemû nirxên me yê azadiyê Rêber Apo re diyar dike û ji bo vê yekê bi awayekî bênavber li ber xwe da. Girêdayî vê yekê hevrêya me tim di nava hewla pêkanîna kiryarên herî baş de bû û bi zanabûn û hişmendiya xwe ya rêxistinî re xwe ji hemû qadên têkoşîn û xebatê re amade hîs kir.

Hevrêya me bi vê armancê berê xwe dide herêmên ku êrîşên dijmin lê zêde ne û erkên xwe yên şoreşgerî li vir didomîne. Hevrêya me şensê têkoşîna li gelek qadan bi dest dixe û di çalakiyên li vir de dibe xwedî kedeke mezin. Hevrêya me ya weke gerîlayeke pispor û profesyonel a YJA Starê hişmendiya berpirsiyariya pêşxistina şerî bi dest dixe û li hemû qadan hewl da ku tevlîbûneke li gorî van yekan nîşan bide. Her wiha hevrêya di nava gelek xebatên cuda de cih digire û di van xebatan de armanca xwe ya sereke weke pêşxistina şerî diyar dike. Hevrêya me weke jinekê pêşketina di warê leşkerî de ji bo xwe weke xaleke bingehîn diyar dike û da zanîn ku jin dikarin bes bi vî rengî parastina çiyayên azadiyê yên ku hemû jin xwe lê dibînin, bikin. Hevrêya me di vî warî de sekneke diyar nîşan dide û bi vê taybetmendiya xwe ji hemû hemû hevrêyên xwe re dibe çavkaniya hêz û moralê. Hevrêya me Dîrok di meha Tîrmehê de tevlî karwanê şehîdan dibe ku meha Tîrmehê di dîroka gel û Partiya me de cihê gelek lehengiyan lê heye. Em soza di nava têkoşîna xwe de zindîhiştina bîranînên hevrêya xwe dubare dikin û em ê teqez têkoşîna wê bigihînin serkeftinê.”

NASNAMEYÊN ŞEHÎDAN

Nasnav: Firat Dilopa Baranê
Nav û Paşnav: Ferhat Bozkurt
Cihê Jidayikbûnê: Colemêrg
Navê Dayik – Bav: Mecbure – Îkram
Cih û Dîroka Şehadetê: Nîsana 2024’an, Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Dîrok Cûdî
Nav û Paşnav: Solîn Başturk
Cihê Jidayikbûnê: Til Hemîs
Navê Dayik – Bav: Fatma – Şêxmûs
Cih û Dîroka Şehadetê: Tîrmeha 2024’an, Herêmên Parastinê yên Medyayê