Ji eşîrên Til Hemîsê banga hevgirtinê

Şêx û rûspiyên eşîrên Ereb ên Til Hemîsê diyar kir ku hikumeta Şamê hewl dide nakokiyan di navbera eşîrên Ereban ên li rojhilatê çemê Firatê de derxe. Rûpsiyan li dijî êrişan banga hevgirtinê kir.

Ji eşîrên Til Hemîsê banga hevgirtinê
10 tebax 2024   11:58
QAMIŞLO

Bi dehan şêx û rûspiyên eşîrên Ereb ên bajarê Til Hemîsê li pêşiya avahiya Meclisa Bajarê Til Hemîsê kom bûn. Rûpsiyan bi daxuyaniyekê êrişên hêzên hikumeta Şamê û çekdarên Dîfa El Wetenî yên li ser Dêrazorê şermezar kirin.

Berdevkê Meclisa Qebîleya Tey Heyal El Xiweyîr daxuyanî xwend.

Heyal El Xiweyîr diyar kir ku gelê Sûriyeyê di pêvajoya aloziyê de komploger û planên wan ên li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nas kirine. El Xiweyîr destnîşan kir ku armanca hêzên komploger têkbirina ewlehiya herêmê û derxistina nakokiyan di navbera pêkhateyên wê de ye.

El Xiweyîr bal kişand ser planên hikumeta Şamê û wiha domand: "Armanca sereke ya hikumeta Şamê senaryoya DAIŞ’ê vegerîne, fitneyê di navbera eşîrên Ereb ên li rojhilatê Firatê de derxe û şer di navbera gelê Sûriyeyê de çêke."

Heyal El Xiweyîr got dê mil bi mil li hemberî planên têkbirina ewlehiya herêmê bisekinin û bang li tevahî eşîrên Ereban ên li rojhilatê Firatê kir ku "bi lîstok û fitneyên ku rêxistinên terorîst hewl didin derxin, nexapin."

(bb)

ANHA