HPG'ê nasnameya 3 gerîlayên şehîd eşkere kir

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê nasnameya Kedkara çapemeniya azad û Rosîda Mêrdîn Mazlûm Dogan û Berxwedan Qamişlo ku di 17'ê Adara 2024'an de şehîd bûbûn eşkere kir.

HPG'ê nasnameya 3 gerîlayên şehîd eşkere kir
21 tebax 2024   12:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî 3 gerîlayên li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûn daxuyaniyek da 

 Daxuyanî bi vî rengî ye:

"Hevrêya me Rosîda Mêrdîn weke şopdara Mazlûm Dogan, Selçûk Şahan, Gûrbetellî Ersoz, Halîl Dag, Cesûr Roboskî, Arjîn Amed, Denîz Firat, Nûjiyan Erhan, Alî Kanîroj û Jiyan Amargiyan di ronîkirina gelê me de, di fêhmkirina rastiya dijmin de û di beralîkirina êrişên şerê taybet de ked da û kadroyeke pêşeng bû ku rol lîst. Hevrêya me Rosîda bi têkoşîna xwe ya ji metropolên Tirkiyeyê heta çiyayên Kurdistanê, bersiva herî bi wate da zextên dijmin ên li ser çapemeniya azad û gelê me. Ji bo rastgiriyê bigihîne gelê me û raya giştî ya cîhanê, her cûre zext, êşkence û zilm da ber çavên xwe û di vê oxirê de li zindanên dijmin dilsoza têkoşîna xwe ma, li dijî dijmin di sekna jinê ya azad de tawîz neda. Çiyayên Kurdistanê weke qada têkoşînê ya herî bi bandor a li dijî zilma dijmin dît, xwe gihand çiyayên Kurdistanê û karê çapemeniya azad ku gelekî jê hez dikir li vê derê dewam kir. Di destekî xwe de pênûs û kamera, di destê din de jî bi çeka xwe û agirê azadiyê yê di dilê xwe de, bi meşa xwe ya azadiyê ya ku li çiyê meşand, hem gerîlatî bi têr û tijî jiya hem jî kêliyên azadiyê yên gerîla ebedî kir. Hevrêya me Rosîda bû dengê gur ê çapemeniya azad li çiyayên Kurdistanê, di dema pêwîst de li refên herî pêş li dijî dijmin şer kir û milîtaniya jinê ya azad a Apoyî û fermandariya YJA Starê bi rengekî hêja temsîl kir.

Hevrêyê me Mazlûm ku welatparêziya gelê me yê Efrînê û dilsoziya bi welatê me Kurdistanê re di kesayetiya xwe de temsîl kir, bi hesret, coş û kelecaneke mezin xwe gihand çiyayên Kurdistanê, hebûna xwe bi kedê li çiyayên Kurdistanê misoger kir. Bi tevlîbûna xwe ya bi fedakarî ya di her kêliya jiyanê de bû yek ji hevrêyên me ku nirx afirand û têkoşîna xwe ya bi rengê fedaîtî bi şehadetê gihand asta herî bilind. Hevrêyê me Mazlûm di heqîqeta PKK'ê de xwe heland û ebedî bû.

Ewladê hêja yê gelê me yê Ereb, şoreşgerê enternasyonalîst hevrêyê me Berxwedan weke milîtanekî hêjayî navê xwe li dijî mêtingerî û dagirkeriya Tirk di nava têkoşîna me de ku alternatîfa azadiyê ya gelan e, berxwedaneke destanî nîşan da. Hevrêyê me Berxwedan ku bi baweriyeke xurt bi Rêber Apo û felsefeya wî dilsoz bû, weke şervanekî heqîqetê her kêliya jiyana xwe bi hewldanên xurt ên ji bo fêhmkirin û bicihanîna Rêberê me derbas kir û bû milîtanekî mînak.

Em soz didin ku têkoşîna azadiyê ya ku hevrêyên me Rosîda, Mazlûm û Berxwedan radestî me kirine bi rengekî ku hêjayî wan bin mezin bikin, di serî de malbatên wan ên hêja sersaxiyê ji tevahiya gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne bi vî rengî ne:

Nasnav: Rosîda Mêrdîn

Nav paşnav: Emîne Demîr

Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn

Dayik-Bav: Yildiz-Nezîr

Dem û cihê şehadetê: 17'ê Adara 2024 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Mazlûm Dogan

Nav paşnav: Besam Alî

Cihê jidayikbûnê: Efrîn

Dayik-Bav: Mehe-Ednan

Dem û cihê şehadetê: 17'ê Adara 2024 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Berxwedan Qamişlo

Nav paşnav: Amîr Ahmed El Casim

Cihê jidayikbûnê: Qamişlo

Dayik-Bav: Siham-Ahmed

Dem û cihê şehadetê: 17'ê Adara 2024 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

ROSÎDA MÊRDÎN

Rêber Apo tespîteke dîrokî kir û bi pêngaveke dîrokî got 'Kurdistan mêtingeh' e, bi vî rengî meşa azadiyê da destpêkirin û gelekî li ber tinebûnê ji xweliyên xwe ji nû ve afirand. Têkoşîna me ku weke bi derziyê bîr bê kolandin bi ked û sebreke gelekî mezin hate hûnandin, di şexsê PKK'ê de şênber bû û zincîrên mêtingeriyê ferz dikirin qetand. Bi fedakarî û hewldanên bêhempa yên Rêber Apo û şehîdên me yên nemir, têkoşîna me destpê kir, mezin bû û bi pêş ket. Di serî de jin û ciwanên Kurd gelê Kurdistanê hemû xwedî li têkoşîna me derketin. Têkoşîna me ji sînorên Kurdistanê derbas kir, veguherî hêviya rizgariyê ji hemû bindestan re û weke ku Rêber Apo bi gotinên xwe yên balkêş destnîşan kir, gihîşt asta 'Êdî ti hêz wê nikaribe nasname, ziman û çanda me înkar bike'.

Hevrêya me Rosîda ku li navçeya Qoserê ya Mêrdînê ji dayik bû, têkoşîna me ya ku Rêber Apo ava kir nas kir û pê re mezin bû. Li nava malbat û derdoreke welê mezin bû ku dilsozê nirxên Kurdistanî bû, bi nasname û hişmendiya Kurdîtiyê dihate naskirin û tevlîbûn li nava têkoşînê kiribû. Hevrêya me Rosîda ji ber ku li nava derdoreke bi vî rengî mezin bû, ev yek ji xwe re kir zemîna lêgerîna li nasnameya xwe ya azad. Ji ber vê yekê jî bala wê li ser çand, ziman û nasnameya Kurd bû. Êşa bêziman, bênasname û bêwelathiştina gelê me ji dil hîs kir. Dilsoziya xelkê me yê Mêrdînê ya li çand û zimanê Kurdî di kesayetiya hevrêya me Rosîda de şênber bû. Mîna pêşengê Çaran ê Zindana Amedê hevrê Ferhat Kûrtay ku di salên destpêkê yên partiya me PKK'ê li ser bingeha eleqeya mezin a li Kurdî PKK gihand asteke girîng, wê jî da ser şopa heman kevneşopiyê. Mîna hemşeriyê xwe hevrê Ferhat Kûrtay gelekî hewl da ku têkoşîna azadiyê ya gelê me mezin bike û di heman demê de çand û zimanê Kurdî bide jiyîn. Hevrêya me Rosîda ji sala 2007'an û pê ve li Zanîngeha li Enqereyê ku dixwend, ev lêgerîn û hewldana xwe dewam kir. Li gel polîtîkayên asîmîlasyonê yên dewleta Tirk a mêtinger qirker ku zimanê Kurdî tine dihesibîne, hewl da zanîngehê bike warê pêşvebirina çand û zimanê Kurdî. Dît ku çepera herî xurt a ku têkoşîna xwe ya çand û zimanê Kurdî lê bimeşîne rojnameyên Kurdî ye. Ji çinarê me yê mezin Apê Mûsa heta bi generalên wî yên biçûk tevlî sazî û kevneşopiya çapemeniya azad bû ku bi sedan şehîdên xwe hene û ji xwe re weke rûmeteke mezin dît ku bibe parçeyek ji vê têkoşînê. Li ser vê bingehê beşdarî nava karên rojnameya Azadiya Welat bû, di astên cuda de kedeke mezin da. Bêyî ku cudahiyê bixe nava wezîfeyê ji bo xurtkirina karê çapemeniya azad û zimanê Kurdî têkoşiya.

Hevrêya me Rosîda ku weke jineke Kurd xwedî li çand û zimanê xwe derket, bi pêş ve bir, xurt kir, gotin û pênûsa xwe bi rengê herî bedew bi kar anî, bû hedefa dewleta Tirk a mêtinger qirker. Dewleta Tirk ku her tim hewl dide Kurdan qir bike, hevrêya me Rosîda jî kir hedef û ew xist zindanê. Bi vî rengî hewl da karên pêşvebirina çand û zimanê Kurdî, karê weşangeriya çapemeniya azad asteng bike. Lê belê hevrêya me Rosîda ti carî paşve gav neavêt, li hemberî dijmin serî netewand û bêyî ku navberê bide têkoşîna xwe mîna li derve li zindanê jî heman sekn nîşan da. Piştî ku ji zindanê derket, bi eşq, daxwaz û biryardariyeke hîn mezin karên çapemeniya azad dewam kir. Têkoşîn û tevlîbûna xwe hîn mezin kir, berpirsyariyên hîn mezin hilda ser milê xwe û li gel temenê xwe yê ciwan jî bû midûra karên nivîsê ya rojnameya Azadiya Welat. Dewleta Tirk ku fêhm kir nikare têkoşîna hevrêya me Rosîda bisekinîne ku ciwaneke bi rûmet a Kurd bû, ji ber karê li çapemeniya azad a li rojnameya Azadiya Welat 137 sal cezayê girtîgehê li hevrêya me ya 24 salî birî. Dewleta Tirk bi vê polîtîkaya xwe careke din nîşan da ku bi çi rengî dijminê gelê Kurd, dijminê çand, ziman û nasnameya Kurd e, bi çi rengî dijminê karê çapemeniya azad e.

Hevrêya em Rosîda ku dît, ji bo meşandina karên çapemeniya azad dewleta Tirk a faşîst derfet û zemîn nehiştiye û cezayekî dûrî ji aqil ê 137 salan lê hatiye birîn, ji bo karibe têkoşîna xwe bi rengekî azad û hîn xurt bimeşîne dest ji Zanîngeha Enqereyê berda û berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Hevrêya me Rosîda ji ber zext, ceza û polîtîkaya dewleta Tirk a ku mafê jiyanê nade Kurdên azad, berê xwe da çiyê û têkoşîna xwe derbasî çiyê kir. Hevrêya me Rosîda li çiyayên Kurdistanê rahişt pênûs û kameraya xwe, tevlî karê çapemeniya azad ê li çiyê bû û li ser xeta Gûrbetellî Ersoz û Halîl Dag meşiya. Li hemberî êriş û asîmîlasyona dewleta Tirk a mêtinger ku gelekî hewl dide ciwanên Kurd ji cewhera wan dûr bixîne, li ser xeta berxwedêr a dayikên Kurd ên ku afirînerên ziman, çand û dîroka me ne, meşiya û bi daxwazeke mezin xwedî li zimanê Kurdî derket, li ser vê bingehê li çiyê têkoşîneke xurt meşand.

Hevrêya me Rosîda li çiyayên Kurdistanê xwe gihand cewhera xwe û PKK'ê, li nava refên xwedawendên azad ên ku çiyayên pîroz ji xwe re kirine war, bû yek ji wan pêşengan ku jiyana nû afirand. Hevrêya me perwerdeya xwe ya gerîlatiyê ya bingehîn bi serketineke mezin qedand, weke jineke ciwan bû milîtaneke pêşeng a Îdeolojiya Azadiyê ya Jinê ku ji aliyê Rêber Apo ve hatiye afirandin. Hevrêya me li gelek qadên cuda ma, li her qada ku lê ma bi hevrêyên xwe re bû yek, bi ruhekî komunal tevlî kar bû, pêşengî ji hevrêyên xwe re kir ku bi xurtî beşdarî kar bibin û di demeke kurt de bû gerîlayeke şareza. Bi gotina, 'Dilsoziya bi çiyê, hevrêyan û xwezayê re ji bo min esasê bingehîn ê milîtaniyê ye' dilsoziya xwe ya bi hevrêyên xwe û xaka pîroz a Kurdistanê re bi rengê herî cewherî anî ziman. Hevrêya me Rosîda nirxên ku şehîdên me yên nemir bi xwîna xwe afirandine, bi xurtî li wan xwedî derket û ji bo wan pêş ve bibe çi ji destê wê hat kir.

Di serî de li Hevserokatiya me ya Konseya Rêveber a KCK'ê û Fermandariya me ya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel di karên herî stratejîk de bi daxwazeke mezin karê çapemenî, weşand û propagandayê bi rengekî profesyonel kir. Di karê çapemenî weşanê de ti carî xwe bi yek alî bi sînorkirî nehişt, pêşketina pir alî ji xwe re kir esas, her karê ku meşand bi hunereke mezin pêk anî, bû milîtanek ku ji her alî ve xwe şareza kir û xist pratîkê. Hevrêya me Rosîda xwe gihand wê astê ku bi tena serê xwe mîna artêşeke çapemeniyê bixebite. Hevrêya me ji xwe re kir esas ku bexwedana gerîla ya ku her kêliya xwe dîrokî ye bigihîne gelê me, li çiyayên Kurdistanê weke milîtaneke propagandayê ya pêşeng kar kir. Bi karê xwe, bi bernameyên ku pêşkêş dikir, bi nivîsên xwe û bi pirtûkên amade kir tevkariyeke gelekî mezin li têkoşîna azadiyê ya gelê me kir. Di perwerdekirina gelê me, ciwanên Kurd û hevrêyên xwe de bi rola xwe rabû. Bi karên xwe, eniya şerê taybet a dijmin lawaz kir, her carê beralî kir û bû kedkareke mezin a ku doza mafdar a gelê Kurd mezin kir. Hevrêya me Rosîda di qada çapemeniyê de gelek hevrê perwerde kir û Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ji gelê me û raya giştî ya cîhanê re ragihand. Di vê pêvajoyê de ti carî xwe ji perwedekirina xwe neda alî, ji kêmasiyên xwe dersên pêwîst wergirt û hîn bi xurtî tevlî bû. Bi enerjî, moral û coşa xwe bandor li hevrêyên xwe hemûyan kir. Bi têkiliyên xurt ên bi hevrêyên xwe re di dilê her hevrêyên xwe de bû cihekî taybet ku neyê jibîrkirin.

Dema ku pêwîstî pê hebû carna dibû kedkarek ku rojname belav dikir, carna dibû nivîskareke hosta, li zindanê dibû berxwedêrek, dibû pêşkêşvaneke bi bandor, dibû mamosteyeke Kurdî, edîtoreke şareza, dema ku pêwîstî pê hebû dibû hevrê û fermandareke xurt. Hevrêya me Rosîda ji xwe re dikir esas ku tevlî her qedemeya têkoşîna azadiyê bibe. Piştî ku karê çapemeniya azad bi salan bi eşqeke mezin meşand, di demekê de ku êrişên dagirkeriyê giran bû bi qasî pênûs û kameray xwe her wiha çeka xwe bi eşqeke mezin hembêz kir û derbasî Zapê bû. Li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Zapê weke milîtan û fermandareke YJA Starê li refên herî pêş tevlî têkoşînê bû. Li Mamreşo, Girê Sor, Zendûra û Werxelê bi soza dilsoziya bi şehîdên mezin re tevlî berxwedana dîrokî bû, li Qada Berxwedanê ya Kurojahro bû parçeyek ji berxwedanê. Hevrêya me Rosîda ku yek ji milîtanên destpêkê bû ku bersiv da êrişên dagirkeriyê, tevlî çalakiyên li dijî dijmin bû. Hevrêya me Rosîda ku fermandarî ji yekîne û tîmên gerîla yên pispor re kir, bi taybetî li Qada Berxwedanê ya Kurojahro li gel hevrêyên me Şehîd Mizgîn Ronahî, Şehîd Binevş Agal, Şehîd Çiya Amed û Şehîd Rêdûr mil bi mil li dijî dijmin bi fedakarî şer kir û bû hêmaneke bingehîn a pêvajoya destanî. Hevrêya me ku di pêvajoya şer de gelek caran bi êrişên dijmin re rû bi rû ma û birîndar bû, ti carî paşve gav neavêt û weke jineke Kurd a xurt û fermandareke YJA Starê têkoşîna xwe bi biryardarî meşand. Di nava sê salên dawî de berxwedana li Zapê ya bi ruhê fedaî hate meşandin tevlî kesayetiya xwe kir û ji bo serketinê bê fikar şer kir.

Hevrêya me Rosîda di 17'ê Adara 2024'an de tevî du hevrêyên xwe şehîd bû. Bi hewldan, ked, kesayetî, tevlîbûn û têkoşîna xwe bû milîtana pêşeng û dengê azad ê li çiyê yê kevneşopiya çapemeniya azad. Em careke din soz didin ku bîranîna hêja ya hevrêya me Rosîda û şehîdên me yên nemir li pey xwe hiştin, meşa xwe ya Rêberê Azad û Kurdistana Azad bi ser bixînin û bi vî rengî heta dawiyê xwedî li bîranîna wan derkevin.

MAZLÛM DOGAN

Hevrêyê me Mazlûm Dogan li navçeya Şêrawa ya Efrînê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Ji ber welatparêziya malbatê, hîn biçûkanî partiya me PKK nas kir. Ji ber gotinên malbatê û derdorê girîngiya têkoşîna gerîla, Rêber Apo û PKK'ê ya ji bo gelê me fêhm kir. Ji ber vê yekê timî heyranê gerîla bû û timî dixwest, rojekê bibe gerîla. Piştî ku Şoreşa Azadiyê ya Rojava destpê kir, hevrêyê me beşdarî nava karên şoreşê bû, destpêkê tevlî karên ciwanên şoreşger welatparêz bû. Bi vî karî re ku du salan di nav de bû têkoşîna me ya azadiyê ya li çar aliyên Kurdistanê û rastiya Rêber Apo hîn bêhtir ji nêz ve nas kir. Dema ku êrişên çeteyan li ser Şoreşa Azadiyê ya Rojava destpê kir, ji bo wezîfeya parastina gelê me bi cih bîne hevrêyê me tevlî nava hêzên parastinê bû.

Dema ku çeteyên bi piştgiriya dewleta Tirk bi taybetî li Heleb û Kobanê êriş birin ser destketiyên gelê me, hevrêyê me Mazlûm gelekî bi hêrs bû. Hevrêyê me zanîbû ku tenê bi têkoşîneke xurt a li dijî çeteyan dikare hêjayî gelê me bibe, li ser vê bingehê beşdarî çeperên şer bû. Tevlî gelek pêngavên şoreşgerî yên li dijî çeteyên El Nûsa, DAÎŞ'ê û gelek komên din ên çete bû, di van pêngavan de tecrûbeyeke girîng a şer wergirt. Hevrêyê me di gelek branşan de xwe bi Pêş ve bir û ji aliyê leşkerîv e şareza kir. Di heman demê de xwe di felsefeya Rêber Apo de bi pêş ve bir û bû milîtanekî baş ê Apoyî. Piştî ku dewleta Tirk di sala 2018'an de êrişa dagirkeriyê bir ser Efrînê, hevrêyê me tevlî eniyên herî pêş bû, li dijî artêşa Tirk beşdarî gelek çalakiyên bi bandor bû. Ji bo Efrîn a ku lê ji dayik bû û mezin bû ji aliyê dewleta Tirk ve neyê dagirkirin bi fedakarî û wêrekiyeke mezin şer kir, di vê pêvajoya şer de bi tevlîbûna xwe ya bi rengê fedaî ji hevrêyên xwe hemûyan re bû mînak. Tevî ku di pêvajoya şer de birîndar bû kêliyekê jî xwe ji têkoşînê neda alî. Bi vê nêzîkatiya xwe weke yek ji lehengên şer di nava gelê me yê Efrînê de bû xwedî cihekî girîng. dema ku bajarê lê dima hate dagirkirin, hêrsa wî ya li hemberî dewleta Tirk hîn mezin bû û derbasî qadên nû yên têkoşînê bû. Hevrêyê me beşdarî berxwedana li Serêkaniyê bû ku dewleta Tirk bi rêbazên li derveyî mirovahiyê êrişî vê herêmê jî dikir û li vê derê hêrsa xwe ya li dijî dijmin di çalakiyan de nîşan da. Hevêyê me di çalakiyekê de bi giranî birîndar bû, dilxwaziya xwe ya têkoşînê parast û di demeke kurt de xwe komî ser hev kir. Hevrêyê me di nava du berxwedanên li dijî dewleta Tirk a dagirker de rastiya dewleta Tirk ji nêz ve nas kir û biryardariya xwe ya ji bo mezinkirina têkoşînê zêde kir. Hevrêyê me Mazlûm zanîbû ku ev yek jî tenê bi tevlîbûna li nava refên gerîla dibe û ji bo armanca xwe ya zarokatiyê pêk bîne berê xwe da çiyayên Kurdistanê.

Ji bo hînî jiyana gerîla û çiyê bibe di destpêkê de ji bo demeke kurt beşdarî perwerdeyê bû, perwerde bi rengekî serketî qedand û derbasî karên pratîkî bû. Bi kesayetiya xwe ya bi daxwaz û bi coş hînî jiyana gerîla û çiyê bû, ji bo xwe di hunera şerê gerîla de bi pêş ve bibe ked da. Hevrêyê me destpêkê xwest bi hewldanên xwe, xwe bi pêş ve bibe. Piştre beşdarî perwerdeya pisporiyê bû û xwest di pêvajoya şerê giran de bi rengekî çalak tevlî bibe. Di perwerdeyê de ne tenê ji aliyê leşkerî ve ji aliyê îdeolojîk ve jî xwe perwerde kir û gihîşt wê baweriyê ku tenê bi şarezabûna ji aliyê îdeolojîk ve dikare wezîfeyên demê bêkêmasî bi cih bîne. Hevrêyê me Mazlûm perwerdeya xwe bi serketî temam kir, piştre bi israr xwest derbasî wan herêman bibe ku şer lê giran bû. Bi sekna xwe ya li nava jiyanê û tevlîbûna xwe ya xurt bawerî da hevrêyên xwe, gihîşt armanca xwe û tevlî nava yekîneyên gerîla yên nîv bi tevger bû.

Li her herêma ku êrişên dagirkeriyê yên dijmin lê hebû, hevrêyê me Mazlûm bi rengekî çalak tevlî berxwedana li dijî dagirkeran bû, bi taybetî bi hêza manewî ya ji hevrêyên li tunelan wergirtî ji her alî ve xwest têkoşîna xwe mezin bike. Hevrêyê me Mazlûm ku bi wêrekî û fedakariya xwe dihate naskirin, ji bo gelek çalakiyan bi ser bixîne hewl da, ked da. Hevrêyê me ku kesayetiya xwezayî ya Efrînê di şexsê xwe de temsîl kir, qîmetê ku dida hevrêyên xwe bi çalakiyên xwe nîşan da. Hevrêyê me Mazlûm di heman demê de ji dil û durst tevlî bû û bi vê taybetmendiya xwe li nava hevrêyên xwe hemûyan bû cihê hurmet û hezkirinê.

Hevrêyê me Mazlûm di 17'ê Adarê de şehîd bû. Em soza xwe dubare dikin ku têkoşîna wî ji me re hiştiye ji bo bîranîna şehîdan hemûyan bi ser bixînin.

BERXWEDAN QAMIŞLO

Hevrêyê me Berxwedan li nava malbateke ji gelê me yê Ereb ê li Qamişloyê ji dayik bû. Bi saya terbiyeya ji malbata xwe wergirtî û çanda Ereb a bi kok, bi rengekî dilsozê nirxên xwe yên cewherî mezin bû. Di salên destpêkê yên Şoreşa Azadiyê ya Rojava de hevrêyê me ku hîn ciwan bû, di nava şoreşê de mezin bû. Ji ber vê yekê jî firsend dît ku hemû pêvajoyên şoreşa azadiyê bişopîne. Di salên ji êrişên giran ên çeteyên DAÎŞ'ê de şahidî ji berxwedana destanî ya hêzên azadiyê yên Rojava re kir. Hevrêyê me zû pê hesiya ku ti eleqeya kiryarên çeteyên DAÎŞ'ê bi Misilmantiyê nîne ku îdîa dikir bi navê ola Îslamê şer dike. Bi vî rengî hêrsa wî ya li hemberî çeteyan mezin bû. Hevrêyê me Berxwedan qebûl nekir ku kiryarên li derveyî mirovahiyê yên çeteyên DAÎŞ'ê bi gelê Ereb û Îslamê re weke hev bê dîtin, baweriya xwe bi wê yekê anî ku cîhaneke ji jiyana bi hev re ya gelan û baweriyan pêkan e. Hevrêyê me dît ku Şoreşa Azadiyê ya Rojava roj bi roj vê xeyala wî pêk tîne, lewma xwest şoreşa azadiyê hîn bêhtir ji nêz ve nas bike.

Ji bo vê jî destpêkê tevlî nava karên ciwanan bû. Di vê pêvajoyê de hevrêyê me derfet dît ku Rêber Apo nas bike, ji felsefeya Apoyî gelekî bi bandor bû. Bi taybetî ji perspektîfa Neteweya Demokratîk bi bandor bû ku gel hemû di nav de dikarin bi rengekî azad bêne temsîlkirin. Hevrêyê me baweriya xwe bi wê yekê anî ku paşeroja azad a ku ew dixwaze tenê bi fikrên Rêber Apo dikare pêk were. Lewma bi teşwîqa ciwanên Ereb ên ref bi ref tevlî nava şoreşê dibûn, biryar da ku têkoşîna xwe hîn mezin bike. Sekna hêzên azadiyê yên Rojava ku ji bo destketiyên gelên me bi rengekî fedaî parastin û di nava ti şert û mercî de dagirkerî qebûl nekirin, kir ku hevrêyê me Berxwedan tevlî nava yekîneyên berxwedanê bibe. Hevrêyê me bi perwerdeyan xwe ji aliyê leşkerî ve bi pêş ve bir û di demeke kurt de tevlî çalakiyên li dijî çeteyan bû. Hevrêyê me xwe di branşa çekên giran de perwerde kir û di çalakiyan de kedeke mezin da ku serketinên girîng bêne bidestxistin. Tevî ku di çalakiyekê de ji lingê xwe birîndar bû, di demeke kurt de xwe komî ser hev kir û têkoşîna xwe dewam kir. Hevrêyê me zanîbû ku êrişên çeteyan ên li ser Şoreşa Azadiyê ya Rojava bi destê dewleta Tirk tê kirin, lewma li hemberî dewleta Tirk bû xwedî hêrseke mezin. Piştî ku dewleta Tirk li Girê Spî û Serêkaniyê dest bi êrişên dagirkreiyê kir û bi rêya van êrişan xwest li ser gelên Rojhilata Navîn serwer bibe, hêrsa hevrêyê me Berxwedan hîn mezin bû. Li hemberî dewleta Tirk a ku ji dîrokê heta niha li her devera dagir kiriye zilmê li gelan dike, hevrêyê me Berxwedan baweriya xwe bi wê yekê anî ku divê li ber van êrişên dagirkeriyê rabe û ji bo vê jî divê têkoşîna xwe mezin bike. Hevrêyê me zanîbû ku ev yek jî tenê bi tevlîbûna li nava nrefên gerîla yên li çiyayên Kurdistanê dibe û xwe gihand çiyayên azad ku bi coşeke mezin li bendê bû.

Hevrêyê me Berxwedan ku bi daxwaz û kelecaneke mezin tevlî perwerdeya xwe ya destpêkê bû, hîn ji roja destpêkê ya gerîlatiya xwe ve hînî jiyana çiyê bû. Bi eşqeke mezin bi çiyê ve hate girêdan ku dûrî sîstema kapîtalîst e û derfetên azadiyê lê bê dawî ne. Hevrêyê me bi taybetî ji têkiliyên hevrêtiyê yên gerîla û jiyana komunal bi bandor bû. Hevrêyê me gihîşt wê baweriyê ku di vê di hunera şerê gerîla de xwe şareza bike û bû xwedî tevlîbûneke bi fedakarî. Hevrêyê me Berxwedan dixwest demek beriya demekê li hemberî dewleta Tirk şer bike, ji bo vê jî xwest biçe wan herêma ku şer lê giran bû. Lê belê hevrêyê me zanîbû ku divê beriya wê di taktîkên gerîla yên dema nû de xwe bi pêş ve bibe û ji bo demekê tevlî perwerdeya leşkerî bû. Hevrêyê me di perwerdeyê de di taktîka gerîla ya dema nû de xwe şareza kir û berê xwe da qadên ji şerê giran.

Hevrêyê me Berxwedan tevlî berxwedana destanî bû ku hem bi tunelên berxwedanê, hem jî bi tîmên gerîla yên nîv tevgera dihate meşandin. Bi îdîa û biryardariyeke mezin li ber êrişên dijmin rabû. Li gel êrişên artêşa Tirk a qirker ên bi çekên qedexekirî û kîmyewî gavekê jî xwe ji xeta berxwedanê neda alî, bi tevlîbûna xwe ya bê fikar û bi wêrekî li nava hevrêyên xwe bû cihê hurmetê. Hevrêyê me Berxwedan ku di heman demê de durust û dilsozê nirxên azadiyê bû, her wiha bawerî dida hevrêyên xwe. Şehadeta gelek hevrêyên wî bandor lê kkiribe jî ev yek ji xwe re kir zemîna mezinkirina têkoşînê. Hevrêyê me zanîbû ku bi bicihanîna armancên hevrêyên xwe yên şehîd dikare xwedî li bîranîna wan derkeve, ji bo vê jî tempoya xwe ya têkoşînê bêrawestan bilind kir. Hevrêyê me Berxwedan ku xwedî kesayetiyeke baldar bû, her kêliya xwe bi hînbûna tiştên nû derbas kir. Bi taybetî dixwest di hunera şerê gerîla de xwe bi pêş ve bibe û bû yek ji hevrêyên hêja ku bi pêş diket.

evrêyê me Berxwedan di 17'ê Adara 2024'an de şehîd bû û tevlî karwanê şehîdan bû ku temînata hebûna me ye. Em soz didin ku em ê li Rojhilata Navîn a Demokratîk û Kurdistana azad ku hesreta wî bû, xwedî li bîranîna wî derkevin."