Çalakvanek Kurd li Îranê hate binçavkirin

Tevna Mafê Mirovan a Kurdistanê ragihand ku di 18’ê Tebaxê de li Sine hêzên rejîma Îranê bêyî destûra yasayî bi ser mala çalakvan û mamostayek Kurd de girtin.

Çalakvanek Kurd li Îranê hate binçavkirin
21 tebax 2024   12:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Tevna Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihandî, li bajarê Sine di 18’ê mehê de hêzên rejîma Îranê bêyî destûra yasayî bi ser mala çalakvanê pîşeyê yê mamostayên Kurdistanê yên Sineyê Muxtar Esedî de girtin.

Hate diyarkirin ku piştî Esedî vexwendin Rêveberiya Polîsan a Internetê ya Sine û piştre berbi cihek nediyar ve birine.

Her wiha hate ragihandin ku mamostayê Kurd piştî hatî girtin li zîndanê dest bi greva birçîbûnê kiriye.

Hêjayî gotinêye ku Muxtar Esedî endamê naskirî yê Yekitiya Pîşeyî ya Mamostayên Kurdistanê ye. Her wiha xwediyê bawernameya masterê li Zanîngeha Tehranê ye. Muxtar Esedî ji ber çalakiyên pîşeyî, heta niha gelek caran hatiye binçavkirin.