Di kemîneke DAIŞ`ê de leşkerekî hikumeta Şamê hate kuştin

Çeteyên DAIŞ`ê li çolistana El Tebnî ya rojavayê Dêrazorê bi kemînekê leşkerekî hikumeta Şamê kuşt û 2 jî birîndar kirin.

Di kemîneke DAIŞ`ê de leşkerekî hikumeta Şamê hate kuştin
21 tebax 2024   12:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku di kemîneke DAIŞ`ê de li çolistana El Tebnî ya li rojavayê Dêrazorê leşkerekî hikumeta Şamê hate kuştin û 2 jî birîndar bûn. Çete piştî êrişê bi motorsîklêtan ber bi cihekî nediyar ve reviyan.

SOHR`ê da zanîn ku birîndar li nexweşxaneya leşkerî ya Dêrazorê tên dermankirin.

(şx)