HPG: Êrişên dagirkeran bê navber didomin

HPG’ê da zanîn ku artêşa Tirk a dagirker di navbera 15 û 18’ê Nîsanê de 629 caran êriş kiriye.

HPG: Êrişên dagirkeran bê navber didomin
18 nîsan, 2025   12:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî ev agahî parve kirin:

“15 û 17’ê Nîsanê Qada Berxwedanê ya Girê Bahar a herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê 2 caran bi balafirên şer hatin bombebarankirin.

15, 16, 17 û 18’ê Nîsanê qadên Heftebax, Mijê, Dêreşê û Zêvkê yên herêma Garê 131 caran, Qadên Berxwedanê yên Girê Bahar û Girê Amediyê yên herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê 439 caran û Qadên Berxwedanê yên Serê Metîna û Bêşîlî yên girêdayî herêma Metînayê 57 caran; bi giştî 627 caran bi çekên giran, top û obusan hatin bombebarankirin.

16 û 17’ê Nîsanê li ser Qadên Berxwedanê yên Girê Bahar û Girê Cûdî liv û tevgera helîkopteran bê rawestan dom kir.

17’ê Nîsanê di saet 13.45’an de wesayîta zirxî ya bi tîpa Kîrpî û cîhaza Jammer a li ser wê êrişî çeperên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Bahar a herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê kirin. Yekîneyên me yên Şehîd Axîn Mûş bi drona kamîkaze bersiv da û wesayîta zirxî îmha kir. Ev çalakî ji bo bersiva êrişên ku artêşa Tirk a dagirker di demên dawî de bi rengekî zêde pêk anîn, hatiye lidarxistin.”