HPG: Dagirkeran 42 caran qadên berxwdanê bombebaran kirin

HPGˈê ragihand ku di çalakiyên gerîlayan de 2 dagirker hatin kuştin û derb li helîkopterekê û kepçeyekê hate xistin. HPGˈê diyar kir ku dagirkeran 2 caran bi teqemeniya qedexekirî, 19 caran bi balafirên şer û 21 caran bi helîkopterên êrişê qadên berxwedanê bombebaran kirin.

HPG: Dagirkeran 42 caran qadên berxwdanê bombebaran kirin
17 mijdar, 2024   14:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên gerîla û êrîşên dagirkeriyê daxuyaniyek da. Daxuyanî bi vî rengî ye:

"Li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê;

15ˈê Mijdarê saet di 08.55'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi sekvaniyê li projektorekê hate xistin û hate îmhakirin.

16ˈê Mijdarê saet di 15.20'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê, hêzên me yên YJA Starê bi çekên giran li kepçeyekê xistin ku hewl dida rê çêbike. Di encamê de kepçeya ku derb xwar, nekarî kar bike.

15ˈê Mijdarê saet di 10.10'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Bahar, bi sekvaniyê li dagirkeran hate xistin. Di encamê de dagirkerek hate cezakirin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

16ˈê Mijdarê saet di 13.30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Bahar hêzên me dagirker xistin bin kontrolê û bi rêbaza sekvaniyê lê dan. Di encama çalakiyê de dagirkerek hate cezakirin ku fermandarê bi paye yê koma dagirker bû.

Li Herêma Metînayê;

15ˈê Mijdarê saet di 23.56'an de li Qada Berxwedanê ya Dergelê hêzên me derb li helîkoptera êrişê xistin.

Êrişen artêşa dewleta Tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî;

15 û 16'ê Mijdarê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê 2 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

Êrişên artêşa dewleta Tirk a dagirker;

14, 15 û 16'ê Mijdarê li Herêma Xakurkê Qadên Berxwedanê yên Xinêreya Jor, Qele, Berbizinê, Sininê 8 caran, li Herêma Garê qadên Spîndarê, Girgaşê, Deşta Kafya 9 caran, li Herêma Metînayê Qada Berxwedanê ya Serê Metînayê carekê, li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qada Berxwedanê ya Girê Baharê carekê; bi giştî 19 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

15ˈê Mijdarê li Herêma Metînayê Qada Berxwedanê ya Bêşîlî, Serê Metîna, Golka, Dergelê 18 caran, li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qada Berxwedanê ya Girê Bahar 3 caran; bi giştî 21 caran bi helîkopterên êrişê hatin bombekirin. "