Şaredariya Til Temirê kanalîzasyonê nû dike

Şaredariya Gel a bajarê Til Temirê li gundê Ibeltîne dest bi projeya sererastkirina tora kanalîzasyonê kir. Dê li bajêr jî kanalîzasyon were nûkirin.

Şaredariya Til Temirê kanalîzasyonê nû dike
Şaredariya Til Temirê kanalîzasyonê nû dike
Şaredariya Til Temirê kanalîzasyonê nû dike
Şaredariya Til Temirê kanalîzasyonê nû dike
Şaredariya Til Temirê kanalîzasyonê nû dike
Şaredariya Til Temirê kanalîzasyonê nû dike
Şaredariya Til Temirê kanalîzasyonê nû dike
17 mijdar, 2024   14:09
HSEKÊ

Şaredariya Gel a bajarê Til Temirê ya kantona Cizîrê dest bi projeya nûkirina tora kanalîzasyonê ya gundê Ibeltîne li başûrê bajêr kir. Di projeyê de dê bi dirêjahiya  225 metre lûleyên nû yên 30 cm û 40 cm bêne danîn

Berpirsa Nivîsgeha Endazyariyê ya Şaredariya Gel  a bajarê Til Temirê endazyar Nûr El Îbrahîm diyar kir dihat payin ev proje nîvê havîna derbasbûyî pêk hatiba, lê  ji ber êrişên berdewam ên dewleta Tirk a dagirker  ev proje bi derengî ketiye.

Nûr El Îbrahîm amaje bi wê yekê jî kir ku lêçûna giştî ya projeyê nêzîkî 3 hezar û 757 dolarên amerîkî ye.

Li gorî Şaredariya Gel a bajarê Til Temirê piştî pêkanîna projeya kanalîzasyonê dê dest bi projeyeke din a kanalîzasyonê li ser rêya Hîzam ya bajêr bike.

(k)