Esed bi Wezîrê Parastinê yê Îranê re civiya

Beşar Esed bi Wezîrê Parastinê yê Îranê Ezîz Nesîr Zade û şandeya pê re civiya.

Esed bi Wezîrê Parastinê yê Îranê re civiya
17 mijdar, 2024   14:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Parastinê yê Îranê Ezîz Nesîr Zade û şandeya pê re duh gihiştibûn paytexa Sûriyeyê Şamê. Sande îro bi Beşar Esed re civiya.

Ajanseke ser bi hikûmeta Şamê ve, ragihand ku Esed ligel Zade mijarên girêdayî berevanî û ewlekariyê li herêmê gotûbêj kirin, her wiha  awayên hevkariyên her du welatan li dijî terorê û pêkanîna aramiyê li herêmê jî gotûbêj kirin.

Zade piştî gihişt Şamê di daxuyaniyeke rojnamevanî de got ku serdan wî li ser vexwendina wezîrê parastinê yê hikûmeta Şamê pêk hat. Zade diyar kir ku dê ji bo gotûbêjkirina hin mijarên cuda bi taybetî di warê berevanî û ewlekariyê de bi berpirsên siyasî û leşkerî re hevdîtinan bike.

Serdana wezîrê parastinê yê Îranê bo Şamê di demekê pêk hat ku Şam rastî êrişên dubare yên Îsraîlê tê.