Hilweşîna rejîma Baasê û kêmbûna bandora Îranê rojeva rojnameyan bû

Rojnameyan nivîsî ku Rojhilata Navîn piştî hilweşîna rejîma Baasê li Sûriyeyê û kêmbûna bandora Îranê, di nav guhertineke mezin de derbas dibe. Her wiha nivîsîn ku Washington têkiliya xwe bi rojhilata navîn re kêm kiriye û balê dikişîne ser parastina berjewendiyên xwe yên navxweyî.

Hilweşîna rejîma Baasê û kêmbûna bandora Îranê rojeva rojnameyan bû
10 kanûn, 2025   10:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên ku îro, li ser veguherînên li Rojhilata Navîn, salek piştî hilweşîna rejîma Baasê li Sûriyeyê û ji nû ve avakirina hevsengiya hêzê ya navneteweyî, nivîsîn.

Rojnameya Independet Arabia nivîsî ku rewşa Sûriyeyê ji "desthilatdariya hindikahiyek hesinî veguherî desthilatdariya piraniya çekdar, bêyî ku naveroka desthilatê ya yekdest were guhertin", ji ber ku her çend nav û al hatibin guhertin jî lê "hêz di yek destî de kom bûye."

Rojnameyê destnîşan kir ku Sûrîyeyîyan rizgariya ku demek dirêj li bendê bûn pîroz kirin, lê ew zû ketin pêşberî zehmetiyên ji nû ve avakirina welatekî ku "ji sedî 90`ê xelkê wê di bin xeta xizaniyê de dijî."

Li gorî rojnameyê "serkeftina têkilîyên derve bêyî serkeftina di warê têkilîyên di navbera Sûrîyeyîyan de ne temam e," ji ber ku "êrişên berdewam ên li ser kêmneteweyan, pirsgirêka Kurd û xurtkirina desthilatdarîya komên selefîst, rêya edaleta veguhêz asteng dike, ku hîn bi rastî dest pê nekiriye. "

Rojnameya Lubnanî El Nehar behsa bandorên kêmbûna projeya Şîe ya Îranî û guhertina rola hêzên herêmî kir. Rojnameyê nivîsî ku "kêmbûna bandora Îranê li Iraq, Sûriye, Yemen û Lubnanê derfet dide ku dewleta neteweyî ya Ereb dîse bi hêz bibe û bibe çarçoveya herî berbiçav ji bo kontrolkirina kaosa siyasî û ewlehîyê. "

Rojnameya El Xelîc ya Imaratê li ser naveroka Stratejiya Ewlekariya Neteweyî ya nû ya Dewletên Yekbûyî yên Amarîkayê ya ku ji hêla Washingtonê ve di destpêka mehê de hat weşandin kir. Rojnameyê ev belge wekî "manîfestoyek berjewendîyên ji bo ewlehîya neteweyî ya Amerîkî" bi nav kir.

Rojnameyê nivîsî ku nîşan dide ku guherînek eşkere ber bi "navendiya berjewendiyên navxweyî" û ewlehiya sînor, aborî û teknolojiyê ve, çêbûye. Her wiha nîşan dide ku Washington têkiliya xwe bi rojhilata navîn re kêm kiriye û balê dikişîne ser parastina berjewendiyên xwe yên navxweyî.

(k)