Du kolberên Kurd dibin berfê de man

Du kolberên Kurd yên xelkê gundê herêma Somaî Biradost ya ser bi Urmiyeyê, dibin berfê de man û heya niha jî ti agahî ji wan nehatiye standin.

Du kolberên Kurd dibin berfê de man
10 kanûn, 2025   10:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyan duh du kolberên Kurd yên bi navê Mehsum Ehmedî û Candar Ehmedî yên xelkê gundê Kuran ya ser bi herêma Somaî Biradost ya Urmiye ya dikeve sînorê Rojhilat û Bakurê Kurdistanê, dibin berfê de mane.

Li gorî agahiyan her du kolber pismamê hevin, dema di xwestin ji beşek xeter ya sînor derbas bibin, ji ber berfa zêde dibin berfê de mane.

Tê gotin kolberek din ê bi wan re jî kariya xwe rizgar bike û xwe gihandiye gund. Li gorî agahiyan heya niha kolberên dibin berfê de nehatine dîtin.ش