HPG’ê 5 gerîlayên sala 2019’an şehîd bûne, bi bîr anî

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê (HPG-NRÇ) gerîlayên bi navê Xerzan Zerdeş, Navdar Serkeftin, Adir Bistin, Cesur Botan û Bager Ararat ên ku sala 2019’an li qadên cuda yên Kurdistanê şehîd bûne, bi bîr anî.

HPG’ê 5 gerîlayên sala 2019’an şehîd bûne, bi bîr anî
10 kanûn, 2025   09:59
NAVENDA NÛÇEYAN 

HPG-NRÇ’ê di daxuyanaiya xwe ya nivîskî de got, “Em ewladên leheng ên gelê Kurd hevrêyên xwe Xerzan Zerdeşt, Navdar Serkeftin, Adir Bistin, Cesur Botan û Bager Ararat ên ku sala 2019’an li qadên cuda yên Kurdistanê şehîd bûne, bi rêzdarî û hezkirin bi bîr tînin.”

Di dewama daxuyaniyê de ev tişt hatin diyarkirin:

“Hevrêyên me mîna her ciwanên Kurd ên bi rûmet xeteriya qirkirinê ya li hemberî gelê me dîtin û hîs kirin, di tevahiya jiyana xwe de ji bo azadiya gelê me têkoşîneke bêhempa meşandin. Hevrêyên me bi îdeolojiya Apoyî xwe jinûve ava kirin, di kesayeta xwe de guhertinên bêhempa ava kirin. Weke milîtanên samîmî, dirûst û kedkar di dilê hemû hevrêyên xwe de cih girtin. Li dijî hemû êrîşên dewleta Tirk li ser xeta fedayîtiyê berxwedan raber kirin û hemû wezîfeyên xwe bi serketî bi cih anîn. Bi kedên bêhempa, tevlîbûnên bi coş û tecrûbeyên îdeolojîk ên di têkoşîna me de cihê xwe di dîroka azadiyê ya gelê me de girtin û bûn nemir. Em diyar dikin ku em ê teqez meşa Rêbertiya Azad û Kurdistana Azad a ku xeyal û armanca herî mezin a hemû şehîdên me ye, bigihînin serketinê û li gorî vê heqîqetê bibin xwedî sekin.

Li ser vî bingehî di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me Xerzan, Avdar, Adir, Cesur û Bager, em ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin.

Agahiyên derbarê nasnameya hevrêyên me yên şehîd bi vî rengî ne:

Nasnav: Xerzan Zerdeş

Nav û Paşnav: Yahya Karabaş

Cihê Jidayikbûnê: Bedlîs

Navê Dayik – Bav: Memîxan – Secattîn

Cih û Dîroka Şehadetê: 25’ê Îlona 2019’an / Qendîl

Nasnav: Navdar Serkeftin

Nav û Paşnav: Mehmet Îhsan Kilinç

Cihê Jidayikbûnê: Mêrdîn

Navê Dayik – Bav: Hadran – Şêxmus

Cih û Dîroka Şehadetê: 23’yê Tebaxa 2019’an / Mêrdîn

Nasnav: Adir Bîstîn

Nav û Paşnav: Halîm Buyukbayram

Cihê Jidayikbûnê: Amed

Navê Dayik – Bav: Zeynep - Selahattîn

Cih û Dîroka Şehadetê: 6’ê Hezîrana 2019’an / Xakurkê

Nasnav: Cesur Botan

Nav û Paşnav: Serkan Karaduman

Cihê Jidayikbûnê: Colemêrg

Navê Dayik – Bav: Hatîce – Mehmet Hasan

Cih û Dîroka Şehadetê: 14’ê Mijdara 2019’an / Avaşîn

Nasnav: Bager Ararat

Nav û Paşnav: Omer Seferoglu

Cihê Jidayikbûnê: Agirî

Navê Dayik – Bav: Yildiz – Daduşhan

Cih û Dîroka Şehadetê: Kanûna 2019’an / Avaşîn