Urdunê ji bo vemirandina şewata li Laziqiyê piştgirî da Sûriyeyê

 Tîmên Parastina Sivîl a Urdunê ji bo vemirandina şewatên li daristanên Laziqiyê hat Sûriyeyê.

Urdunê ji bo vemirandina şewata li Laziqiyê piştgirî da Sûriyeyê
6 tîrmeh, 2025   12:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Tîmên Parastina Sivîl a Urdunê ji bo vemirandina şewatên li daristanên Laziqiyê hat Sûriyeyê û bi ber cihên şewatan ve bi rê ket.

4 roj e daristanên li gundewarê Laqiziyê dişewitin. Bi şewatê re Urdunê ragihandibû ku ew amade ye destekê bide xebatên vemirandinê.

Çeteyên ’Seraya Ensar El Sunna’ berpirsyariya şewatan girt ser xwe.

(bb)