Hikumeta Îsraîlê pêşnûmeya yasayî ya "darvekirina dîlgirtiyan" paş xist

Îsraîlê dengdana pêşnûmeya yasayî ya "darvekirina dîlgirtiyan" li Knessetê, ji ber neamadebûna piranî parlamenteran, paş xist. Hemwextî wê hikumetê hemû pêşnûmeyên yasayî ji dengdanê kişandin.

Hikumeta Îsraîlê pêşnûmeya yasayî ya "darvekirina dîlgirtiyan" paş xist
5 mijdar, 2025   19:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Hikumeta Îsraîlê îro biryar da ku ji ber neamadebûn piraniya parlamenteran, dengdana pêşnûmeya yasayê ya darvekirina "dîlgirtiyên Filistînî" li Knessetê bi paş xistiye.

Vekişîna piştgiriya partiyên ultra-Ortodoks ji bo pişniyarên ku hikumet pêşkêş dike bandorê li şiyana hikumetê ya ji bo derbaskirina pêşnûmeya yasayî di Knessetê de dike.

Hikumeta Îsraîlê biryar da ku hemû pêşnûmeyên yasayî ji dengdanê derxe, di nav de jî yasaya darvekirin.

Partiya Hêza Cihûyan, a bi serokatiya wezîrê Ewlehiya Neteweyî Itamar Ben-Gvir, berê niyeta xwe ji bo pêşnûmeya yasayî dabû.

Li gorî pêşnûmeya yasayî, "Her kesê bi zanebûn an jî bêhemd, ji ber ajoyên nijadperestî yan jî dijminane bûye sedema mirina welatiyekî Îsraîlê, da ku zirarê bigihîne dewleta Îsraîlê bi darvekirinê tê cezakirin."

Di pêşnûmeyê de tê gotin ku ger cezaya darvekirinê hat birîn çi sedem hebin, ji vê biryarê veger tune ye.

(fr)