Hikumeta demkî 75 karmend ji kar derxistin

Rêveberiya şîrketa çîmentoyê ya Hemayê 75 karmend ji kar derxistin.

Hikumeta demkî 75 karmend ji kar derxistin
14 sibat, 2026   03:05
HEMA

Hikumeta demkî ya Sûriyeyê li Hema û gundewarên wê bi dehan karmendên ku berê peymanên kar çêkiribûn, ji kar derxisitn. 

Rêveberiya Şîrketa Giştî ya Pîşesazî û Bazara Çîmentoyê (Umran, Şaxa Herêma Navîn) 75 karmendên ku li şîrketê dixebitîn, ji kar dan derxistin. Biryara ku karmend ji kar werin derxistin roja 31`ê Çileyê xistin meriyetê û bêyî ku biryareke fermî were ragihandin,  karmend ji kar derxistin.

Li gorî çavkaniyên herêmî karmendên ji kar têne derxistin, zêdetir Elewî û Îsmaîlî ne.

Karmendekî temanê wî 42 salî ye û ev 10 sal e dixebitî ku nexwest nasnameya wî were naskirin, got: “Ev ne sekinandineke asayî ye, ev darvekirina madî û manewî ye. Bi salan em xebitîn û niha bi nameyeke ziwa em ji kar derxistin. Ji ber ku em ji vê herêmê ne û ji mezhebên dîtir in, em derxistin. Bi vî awayî mesaj dan me ku ew naxwazin em di saziyên giştî de bixebitin.”

Her wiha karmendekî 39 salî ku 12 salan xebitiye, diyar kir ku îxanet li wan kirine û wiha got: “Berê wê em şiyar nekirin, malbatên me hene û em bê kar mane. Ev cezayekî komî ye û dixwazin civakan bitirsînin û bi darê zorê birçîbûnê bi wan bidin qebûlkirin.”

Hikûmeta demkî li hemû parêzgehên Sûriyeyê û bi taybet Hema, Hums, Laziqiyê, Heleb û Şamê bê sedem karmendan ji kar derdixe.

ANHA