Koçbereke ji Serêkaniyê: Hêza me di hevgirtina me de ye

Zelîxa Qido neçarî koçberiyê kirine û ev bûye 7 sal ji ber çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker nikare vegere mala xwe. Zelîxa dibêje “Hêza me di hevgirtina me de ye.”

14 sibat, 2026   05:05
QAMIŞLO
KÎNAN EL SEYÎD

Sala 2019`an li ber çavê Zelîxa Qido bajarê wê dan ber topan. Ji bo ku di bin serweriya çeteyên dewleta Tirk de nejî, dev ji mal û milkê xwe berdide. Rêwîtiyeke 7 salan a koçberiyê derbas dike, lê hêviyên wê yên rojekê vegere bajarê xwe tu carî kêm nebûne.

Zelîxe Qido niha li dibistaneke bajarê Girke Legê dimîne û wiha behsa serpêhatiya xwe dike: “Êrişî bajarê me kirin, baxçe û hemû mal û milkên me wêran kirin. Em neçar man koç bikin. Bi salan li kampê û di bin konan de em man. Şert û mercên kampê û niha jî li dibistanan mayîn, di aliyê psîkolojîk de bandoreke neyînî li zarokan dike.”

Zelîxayê got: “Êrişî herêmê kirin û bi hezaran malbat neçarî koçberiyê kirin. Bi taybet niha jiyana bi hezaran zarokan di xetereyê de ye û hêzên navneteweyî li hemberî vê yekê bê deng in.”

Zelîxe Qido bal kişand ser daxwaza wan a yekitiya gelê Kurd û got: “Em bang li gelê Kurd ê tevahî Kurdistanê dikin ku yekitiya xwe çêkin. Hêza civakê di hevgirtina wê de ye.”

ANHA