Şêniyên gundê Îtwêran ê Kobanê li hember dorpêçê li ber xwe didin

Gundê Îtwêran ê Kobanê nêzî sînor e û di dorpêçeke giran de ye. 25 malbat ji gundê xwe dernakevin û li hember hemû şert û mercan jî li ber xwe didin.

Şêniyên gundê Îtwêran ê Kobanê li hember dorpêçê li ber xwe didin
Şêniyên gundê Îtwêran ê Kobanê li hember dorpêçê li ber xwe didin
Şêniyên gundê Îtwêran ê Kobanê li hember dorpêçê li ber xwe didin
Şêniyên gundê Îtwêran ê Kobanê li hember dorpêçê li ber xwe didin
Şêniyên gundê Îtwêran ê Kobanê li hember dorpêçê li ber xwe didin
Şêniyên gundê Îtwêran ê Kobanê li hember dorpêçê li ber xwe didin
Şêniyên gundê Îtwêran ê Kobanê li hember dorpêçê li ber xwe didin
Şêniyên gundê Îtwêran ê Kobanê li hember dorpêçê li ber xwe didin
Şêniyên gundê Îtwêran ê Kobanê li hember dorpêçê li ber xwe didin
14 sibat, 2026   02:35
KOBANÊ

Gundê Îtwêran 25 km dikeve başûrê Kobanê û tenê 2 km ji sînorê di navbera QSD`ê û komên hikumeta demkî ya Sûriyeyê de dûr e. Şêniyên gund diyar kir ku ew dev ji gundê xwe bernadin.

Ehmed Ketaş anî ziman ku gundê wan tenê 2 km ji komên hikumeta demkî dûr e û wiha got: “Bi moraleke bilind em li gund li ber xwe didin. Dibe ku em ji av, mazot, elektrîk, înternet û xwarinê hatine mehrûmkirin lê belê em ji êrişan natirsin.”

Ketaş di berdewamê de got: “Li gund tenê jeneratorek heye. Ji bo ku em ava vexwarinê ji bîran derxin em jeneratorê bi kar tînin. Niha li gund mazot nayê peydakirin, em nikarin sobe, erebe û jeneratoran vêxin. Bi topbarankirinê û dorpêçê dixwazin em ji gundê xwe koç bibin, lê ev bûye 25 roj em şert û mercan tehemul dikin û em ê ji gundê xwe dernakevin.”

Necîb Kerio diyar kir ku wan di dorpêçê de hewl da pirsgirêkên xwe çareser bikin û got: “Xelkê gund ev 25 roj e di dorpêçê de ye, em ji her tiştî hatine mehrûmkirin. Ji bo ku em xwe ji sermayê biparêzin em li şûna mazotê daran dişewitînin û hewl didin hemû pêdiviyên xwe pêk bînin.”

Necîb Kerio anî ziman ku ew bi xwe parastina gundê xwe dikin û daxwaza rakirina dorpêça li ser Kobanê û gundewarên wê kir.

Mihemed Elî Kerio jî got ew di şert û mercên dorpêçê de jî dev ji gundê xwe bernadin û wiha lê zêde kir: “Şert û merc gelekî zehmet in, em hatine dorpêçkirin û gelek pêdiviyên me yên xwarinê û dermanan peyda nabin. Li hember van zehmetiyan jî em ji gundê xwe derneketin û niha parastina xwe dikin.”

Kobanê û gundewarên wê ev bûye 26 roj ji aliyê komên hikumeta demkî de di dorpêçê de ye. Xelkê Kobanê jî bi hemû rêbazan li çareseriyê digere û li ber xwe dide.

ANHA