Hezkirina xwe ya kulîlkan veguherandin projeyeke serkeftî

Li gundê Abra yê Çilaxayê Daxwaz Sabrî û Hawar Xerbî hezkirina xwe ya kulîlkan veguherand projeyeke serketfî yê aborî.

14 hezîran, 2026   05:55
NAVENDA NÛÇEYAN
BESNA ŞEMO

Daxwaz Sabrî û Hawar Xerbî ji gundê Abra yê Çilaxayê ya herêma Cizîrê ne. Ji zaroktiyê ve hezkirina wan ji gul û kulîlkan re heye. Ne tenê jê hez dikin, lê dinêrin û xwedî dikin. Gelek cureyên kulîlkan li mala xwe xwedî dikin.

Daxwaz Sabrî ji sala 2020`an ve kulîlkan li malê xwedî dike û gelek cureyên wan kom kirine. Piştre Daxwaz Sabrî û Hawar Xerbî hezkirina xwe ya ji kulîlkan re vediguherînin projeyeke çandiniyê. Êdî hemû cureyên kulîlkan ên li herêma Cizîrê û derveyî wê di şitilgeha xwe kom dikin û mezin dikin. Piştre li gundê xwe, bajarên Girke Legê û Dêrikê difiroşin.

Daxwaz û Hawar bi erebeya xwe kolan bi kolan digerin û şênî kulîlkan ji wan dikirin.

PROJEYA XWE BERFIREHTIR KIRIN

Her du xortan li hewşa mala Daxwaz a biçûk kulîlk xwedî dikirin. Piştî ku mezin dibûn bi erebeya xwe li gund û bajarên Girke Legê û Dêrikê digeriyan û şêniyan ji wan dikirîn. Niha jî li ser daxwaza şêniyan projeya xwe berfirehtir kir û li bajarê Girke Legê `Şitilgeha Lava’ vekir. Êdî şênî berê xwe didin Şitilgeha Lava da ku kulîlkan ji xwe re bikirin.

BI HEZARAN KULÎLK LI ŞITILGEHÊ HENE

Daxwaz Sabrî ji ajansa me re axivî û got: "Li şitilgeha me zêdetirî 10 hezar kulîlk hene. Em dixwazin projeya xwe li ser asta herêma Cizîrê bi rê ve bibin. Derfetên vê yekê nîn in û li bajarê Hesekê, Amûde û Dirbêsiyê navendên ku berhemên me bikirin nîn in. Jixwe sazî û rêxistinên çandiniyê jî bi me re nabin alîkar. Xwediyên şitilgehên biçûk bi qasî ji çandiniyê fêm dikin, kulîlkan xwedî dikin. Kesek wan perwerde nake û heke nekarin pirsgirêkên xwe çareser bikin, diçin gel pisporan. Ev pisporên çandiniyê biha dixebitin û ev yek dibe sedem ku em rêbazên nû yên hilberandinê neafirînin.”

Daxwaz û Hawar got ew ê di siberojê de projeya xwe mezintir bikin û ev lê zêde kir: "Me ne tenê ji bo rewşa aborî şitilgeh vekir. Çi qasî li herêmê şitilgeh vebin ew qasî dê pirsgirêkên jîngehê werin çareserkirin.”

(np)

ANHA