Amadekariyên Festîvala Şanoya Zarokan li Qamişlo temam bûne

Amadekariyên Sêyemîn Festîvala Şanoya Zarokan li bajarê Qamişlo gihîştine qonaxên xwe yên dawîn. Endamekî Komîna Şanoyêo diyar kir ku nêzîkî 600 zarokan ji 7 komên şanoyê dê beşdarî festîvalê bibin. Li bajarê Kobanê jî dê festîval were lidarxistin.

Amadekariyên Festîvala Şanoya Zarokan li Qamişlo temam bûne
Amadekariyên Festîvala Şanoya Zarokan li Qamişlo temam bûne
Amadekariyên Festîvala Şanoya Zarokan li Qamişlo temam bûne
Amadekariyên Festîvala Şanoya Zarokan li Qamişlo temam bûne
Amadekariyên Festîvala Şanoya Zarokan li Qamişlo temam bûne
Amadekariyên Festîvala Şanoya Zarokan li Qamişlo temam bûne
14 hezîran, 2026   07:40
QAMIŞLO
BERFÎN ROJ

Tevgera Çand û Hunerê, bi hevkariya Şanoya Çiya û Tevgera Hilala Zêrîn, amadekariyên lidarxistina "Sêyemîn Festîvala Şanoya Zarokan"  dike.

Komîteya şanoyê ber 3 mehan dixebite da ku perwerdehiya zarokên beşdar pêk bîne, bi armanca ku wan ji bo festîvalê amade bike û jêhatîyên wan ên hunerî pêş bixe.

KOMÊN BEŞDAR

Heft komên şanoyê, ku ji zarokên temenê wan di navbera 11 û 16 salî de pêk tên, dê beşdarî festîvalê bibin. Komên beşdar ev in:

2 komên şanoyê ji bajarê Dêrikê; Koma yekem dê şanoyek bi navê "Gule" pêşkêş bike, koma duyem, ku ji zarokên şehîdan pêk tê, dê şanoya "Şêr û Mişk" pêşkêş bike.

Komeke şanoyê ya zarokan ji gundê Girbawî, nêzîkî Qamişloyê, dê şanoyek bi navê "Reş Belek" pêşkêş bike.

3 komên şanoyê ji Hesekê dê beşdar bibin, di nav wan de komeke Ermenî, komeke ji Navenda Çand û Hunerê ya Xabûr, û komeke girêdayî Tevgera Hilala Zerîn.

Komeke şanoyê ya girêdayî Navenda "Yekpar" jî dê beşdar bibe.

ROJEVA SEREKE ZIMANÊ KURDÎ YE

Endamê Momîna Şanoyê, Ekîn Ronî got: "Me hejmareke mezin ji perwerdekar û çavdêrên pispor erkdar kirine ku bi zarokan re li bajarên cûda bixebitin, bi armanca avakirin û perwerdekirina komên şanoyê ji bo beşdarbûna festîvalê."

Ronî wiha domand: "Di çend mehên borî de li bajar û bajarokên cuda prova hatin kirin, û niha hemû kom ji bo provayên dawîn li Şanoya Mihemed Şêxo gihîştine Qamişloyê."

Ronî destnîşan kir ku zarokên beşdar, tevî temenê xwe yê biçûk, asta têgihîştinê ya bilind û hezkirine mezin ji bo hunerê nîşan dan, ku ev yek bi awayekî zelal di perwerdeyên wan ên di dema provayan de diyar bû.

Ronî diyar kir ku rojeva festîvala îsal bi taybetî li ser zimanê Kurdî ye. Her wiha diyar got: "Bi rêya festîvalê, em armanc dikin ku zimanê Kurdî di nav zarokan de pêşve bibin û belav bikin, di heman demê de ji bo komên din jî derfetek peyda bikin ku bi zimanên xwe yên dayikê, wekî Ermenî û Erebî, berşdar bibin."

Ronî da zanîn ku ku hemû amadekariyên teknîkî yên têkildarî derhênerî, dekora sehneyê, ronahîkirin û muzîkê gihîştine qonaxên xwe yên dawîn. Ronî destnîşan kir ku festîval dê roja Duşemê 15`ê Hezîranê, demjimêr 5:00 li ser dikê Şanoya Mihemed Şêxo dest pê bike û 2 rojan dewam bike.

Festîvala îsal ji bo bîranîna çend hunermendên şanoyê tê lidarxistin, ji wan Dagistan Koçer, ku di 16`ê Hezîrana 2011`an de li Rojhilatê Kurdistanê şehîd bû, Yekta Herkol, ku di 27`ê Adara 2004`an de li Helebê şehîd bû û hunermend Hêvî, ku di sala 2004`an de li kampa Mexmûrê şehîd bû.

Di nûçeyek berê ya ajansa me de hatibû diyarkirin ku festîval dê 15 û 16‘ê Hezîranê were lidarxistin. Lê komîteya amadekar dema wê guhert ku dê 16 û 17 mehê were lidarxistin.

Li bajarê Kobanê jî dê bi beşdariyeke berfireh a komên şanoyê festîval were lidarxistin.

(k)

ANHA