Li Hesekê Pirsgirêkên sotemeniyê; sedem û tedbîr

Zêdetirî 3 hefte ye li bajarê Hesekê pirsgirêka sotemeniyê heye. Ajokar ji bo bidestxistina sotemeniyê ji benzînxaneyan bi saetan an jî rojan di dorê de disekinin. Ajokaran giliyên xwe anîn ziman. Komîteya Sotemeniyê sedemên vê diyar kirin û tedbîrên dê werin girtin vegotin.

14 hezîran, 2026   04:15
HESEKÊ
BOTAN HISÊN

Li bajarê Hesekê zêdetirî 3 hefte ye aloziya mazot û benzînê heye. Ajokar ku ji bo bidestxistina sotemeniyê bi saetan li pêşiya binzînxaneyan di dorê de disekinin. Ajokaran giliyên xwe anîn ziman. 

Li bajarê Hesekê derdora 29 stasyonên sotemeniyê hene, lê ji ber kêmbûna sotemeniyê piraniya wan sekinîne. Di heman demê de wergirtina sotemeniya baş zehmettir bûye.

Ji ajokarên teksiyan re ku hejmara wan nêzî 2 hezar û 600 e, di hefteyê de 75 lître hatiye veqetandin. Buhayê lîtreyekê 425 lîreyê Sûriyeyê ye. Xwediyên erebeyên biçûk ên bi benzînê dixebitin, 12 rojan carekê para xwe ya benzînê bi dest dixin.

Ajokaran diyar kir ku ew rojane bi saetan û hin caran bi rojan di dorê de disekinin da ku sotemeniyê bi dest bixin, ev jî bandorê li karê wan û jêdera wan a debarê dike.

Subhî Osê ajokarekî ji taxa Til Hecere ji saetên destpêka sibehê ve li benda dora xwe ye û diyar kir ku aloziya sotemeniyê ji beriya Cejna Qurbanê ve heye. Osê da zanîn ku gelek ajokar ji ber kêmbûna sotemeniyê li benzînxaneyan neçar mane sotemeniyê bi buhayekî zêde ji firoşkaran û bazirganan bikirin.

Subhî Osê got: "Em mazotê li bazaran bi buhayekî ku her lîtreyek digihêje 12 hezar û 500 lîreyî dikirin. Lê ji stasyonan bi 8 hezar û 500 lîreyan dikirin. Ferqa vê 4 hezar lîre ye. Buhayê lîtreyeke benzîna hawirdekirî bi qasî dolarekî tê firotin, lê ya xwecih bi qasî 5 hezar û 650 lîreyan e.”

Elî Meter jî ku xwediyê erebeyekê ye, der barê mijarê de wiha got: "Rojane ez zêdetirî 4 saetan di dorê de disekinim ta para xwe ya sotemeniyê bi dest bixin. Hin caran jî dema sotemenî di stasyonê de diqede ez destvala vedigerim.”

Ebdureheman Ubeydo jî ku ajokar e, anî ziman ku ji 3 hefteyan ve mazot bi dest wî neketiye û vê yekê jî bandor li karê wî û debara rojane ya malbatê kiriye.

Ajokarê bi navê Mahir Ziyab destnîşan kir ku hin xwediyên stasyonên sotemeniyê para wan difiroşin bazirganan û bazirgan jî li bazaran li pêşiya çavê welatiyan biha difiroşin.

Her wiha anî ziman ku hin xwediyên benzînxaneyan ji ajokarên teksiyan dixwazin ku ji bo bidestxistina sotemeniyê nêzîkî 25 lîtreyan ji xerca wan kêm bikin.

Xwediyê benzînxaneyekê ku nexwest navê xwe aşkera bike, diyar kir ku di demên dawîn de miqdarên benzîn û mazotê kêm bûne û di encama vê yekê de alozî derket.

Hin ajokar û xwediyên erebeyan dema li dorê disekinin, erebeyên xwe bi paçekî dinixumînin da ku ji tîna rojê biparêzin.

Hevserokê Komîteya Sotemeniyê ya Hesekê Baran Hac Mihemed sedemên derketina aloziya sotemeniyê şîrove kirin û ev agahî dan: "Ji sedemên sereke, tevgera veguhestina sotemeniyê di betlaneyên Cejna Qurbanê de sekinî. Li aliyekî din jî dema çinînê hatiye û pêdiviya patoz û erebeyên çandiniyê bi miqdarên mezin ên sotemeniyê çêdibe."

Li Rojava buhayê bermîleke mazotê 121 dolarê amerîkî ye lê li herêmên dîtir buhayê wê 181 dolar e.

Ji bo yekdesthilatiya madeyên sotemeniyê Mihemed got xwediyên stasyonên sotemeniyê yên ku qanûn û sîstema qada sotemeniyê binpê dikin, têne lêpirsînkirin.

Her wiha da zanîn ku Gerînendetiya Sotemeniyê ya bajarê Hesekê kesên ku qaçaxçîtiya madeyên sotemeniyê dikin, girtine. Her wiha di rojên Cejna Qurbanê de 3 stasyonên madeyên sotemeniyê yên sîstemê binpê dikin, ceza kirine.

Ji bo çareserkirina krîza madeyên sotemeniyê Baran Mihemed agahî da ku komîteya sotemeniyê dest pê kiriye sîstema elektronîk ya nû bi navê ‘Mustefad’ bi kar tîne. Bi vê sîstemê re dê para welatiyan madeyên sotemeniyê were parastin û bê destûr kesek nikare nêzî para welatiyan bibe.

Mihemed got niha xwediyên erebeyên kirêkî, hinek erebeyên bi benzînê dixebitin û xwediyên tankan vê bernameyê bi kar tînin.

Piştî ku hikumeta demkî buhayê sotemeniyê kir 75 sentên amerîkî, diviyabû madeyên sotemeniyê li stasyonan bihatana peydakirin. Lê krîza madeyên sotemeniyê li gelek parêzgehên Sûriyeyê kûr bûye. Di encama vê yekê de bi sedan welatî derketin xwepêşandanan, rê birîn û xwestin madeyên sotemeniyê ji wan re peyda bikin.

Ji bo bar li ser welatiyan sivik bibe Gerînendetiya Sotemeniyê ya Hesekê buhayê madeyên sotemeniyê ji 57 sent daxist 55 sentan.

Li gorî buhayê nû yê madeyên sotemeniyê buhayê mazotê ya ku didin qadên xizmetguzariyê wekî firin û jeneratoran 125 lîre ye. Her wiha ji bo xwediyên tankan, erebeyên veguhastina hundir û derve û otobusan bûye 500 lîre.

Welatî û qadên xizmetguzariyê dixwazin madeyên sotemeniyê sîstematîk werin peydakirin. Kêmbûna sotemeniyê bandorê li veguhastin, aborî û jiyana rojana ya şêniyan dike.

(bb-np)

ANHA