ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 22-10-2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 22-10-2025
22 cotmeh, 2025   02:00

Xwendekarên Fakulteya Tibê ya Şamê biryara têkildarî ezmûnên yekbûyî ya Wezareta Perwerdeya Bilind protesto kir. BI DÎMEN

Rustem Elî diyar kir ku ji ber dorpêça hikumeta veguhêz a Sûriyeyê li ser her du taxan, berhemdariya kargeh û werşeyan bi rêjeya ji sedî 30 hatiye xwar. BI WÊNE Û DÎMEN

Gelê bajarê Kobanê diyar kir ku destên tarî dixwazin pêvajoya aştiyê ya ku Rêber Apo daye destpêkirin lewaz bikin, lê helwesta gelên azadîxwaz ji bo vê pêvajoyê cuda ye. Kobaniyan diyar kir ku "Mifteya çareseriyê li Îmraliyê ye û divê ev komîsyon gavên cidî biavêje û bi Rêber Apo re bicive." BI WÊNE Û DÎMEN

Welatiyên êzîdî yên ji Efrînê koçber bûne û niha li Qamişloyê dimînin, diyar kir ev çend sal e ew di rewşeke zehmet de dijîn û got ew dixwazin çareseriya siyasî û leşkerî pêk were, da ku vegerin bajarê xwe. BI WÊNE Û DÎMEN

Saziya Giştî ya Zêdekirina Tov ji destpêka vê mehê ve li Hesekê û navçeyên wê dest bi belavkirina tov kir. Saziyê heta niha zêdetirî 850 ton tovê amadekirî li cotkaran belav kiriye. BI WÊNE Û DÎMEN

Di Pêşangeha Şehîd Herekol a Pirtûkan de Weşanên Şilêr beşeke taybet ji bo pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan veqetand. BI DÎMEN

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya kantona Reqayê ji bo nirxandina pêşdeçûnên siyasî li qada Sûriyeyê, li hola Stadyuma bajêr civînekê li dar dixe, 10.00ˋan. BI WÊNE Û DÎMEN

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a kantona Reqayê, bi sernavê "Sûriye nenavendî û pêşdeçûnên siyasî yên dawîn", li hola navenda çandê ya bajêr, panelekê li dar dixe, 10.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Dêrazorê, li bajarokê Ebû Hemam, ji bo şîrovekirina rewşa siyasî, guhdarîkirina li giliyên şêniyan, civînekê li dar dixe, 10.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê Dêrikê, li Navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a Dêrikê, sersaxiyê dide malbatên şervanên QSDˊê şehîd Çiyager Amara, Egîd Serhed, Delîla Dêrsim, Erdal Wêran Şar û endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Reşîd Mihyedîn Omer, 10.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Pêşangeha Şehîd Herekol a Pirtûkan a Navneteweyî ya 9ˊmeîn di roja xwe ya 3ˊyemîn de li Parka Azadî ya Qamişloyê didome, 11.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN