Hêzên Rûsyayê 12 dronên Ukraynayê xistin xwarê

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku şeva borî 12 balafirên bêmirov ên Ukraynayê li çend herêmên Rûsyayê hatine xistin.

Hêzên Rûsyayê 12 dronên Ukraynayê xistin xwarê
6 ÇILE, 2025   12:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê bi daxuyaniyekê ragihand ku şeva borî 12 balafirên bêmirov ên Ukraynayê li parêzgehên Kursk, Belgorod, Bryansk û nîvgirava Kirimê hatine xistin.

Li gorî daxuyaniya wezaretê, 7 drone li eyaleta Kursk, 2 li ser Belgorodê, 2 li ser parêzgeha Bryansk û 1 jî li ser Kirimê hatine xistin.

(k)