Dadgeha Temyîzê biryara berdana Silêman Ehmed da

Parêzer Nerîman Ehmed ragihand ku Dadgeha Temyîzê ya Başûrê Kurdistanê tometên li ser rojnamevan Silêman Ehmed rakirine û biryara berdana wî da.

Dadgeha Temyîzê biryara berdana Silêman Ehmed da
6 ÇILE, 2025   12:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Beriya çend kêliyan parêzer Nerîman Ehmed ku yek ji parêzerên Silêman Ehmed e, li ser hesabê xwe yê Facebookê ragihand ku Dadgeha Temyîzê ya Başûrê Kurdistanê tometên li ser rojnamevan Silêman Ehmed rakirine û biryara berdana wî daye.

Edîtorê beşa erebî ya ajansa Rojnewsê Silêman Ehmed, 1’ê Cotmeha 2023’yan ji bo serdanê çûbû cem malbata xwe ya li taxa Şêxmeqsûd a Helebê. Silêman 25’ê Cotmeha 2023’yan dema xwest di deriyê Pêşxabûr (Sêmalka) re derbasî Başûr bibe, ji aliyê hêzên PDK’ê ve hatibû revandin û piştî 7 mehan parêzeran karîbû hevdîtinê pê re bike. Di 29’ê Tîrmeha 2024’an de Dadgeha Dihokê 3 sal cezayê girtîgehê li Silêman Ehmed birîbû.

Rojnamevan Silêman Ehmed 440 roj e di girtîgeha PDK’ê de tê girtin.