Hêzên Piştevaniya Lezgîn bajarek kontrol kir

Hêzên Piştevaniya Lezgîn piştî têkbirina êrişa artêşa Sûdanê, bajarê Babnusa yê li başûrê Sûdanê xist bin kontrola xwe.

Hêzên Piştevaniya Lezgîn bajarek kontrol kir
2 kanûn, 2025   12:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Piştevaniya Lezgîn kontrolkirina xwe li ser bajarê Babnusa ku li ser xaçerêyeke sereke ya li eyaleta Kordofana Rojava a Sûdanê ragihand.

Hêzên Piştevaniya Lezgîn der barê mijarê de daxuyand: "Rizgarkirina bajar piştî bersivandina êrişa artêşa Sûdanê pêk hat." Her wiha daxuyand ku artêş bi vê êrişê  peymana agirbesta mirovî binpê kir.

Hêzên Piştvaniya Lezgîn destnîşan kir ku Babnusa xeta dawîn a şerê ji Nîsana 2023’yan ve ye.

(bb)