Diyarkirina Îxwanan wek “rêxistina terorîst’’ û agirbesta Xezayê di rojnameyên erebî de

Rojnamayan nivîsî ku fermana Trump a destnîşankirina şaxên Îxwan El Muslimîn wek "rêxistinên terorîst" ne tenê gaveke Amerîkayê ye, lê pejirandinek e ku ji bo jinûve sazkirina herêmê ev kom astengiyek e. Her wiha zehmetiyên mezin derdikevin pêşiya derbasbûna qonaxa duyemîn a plana aştiyê ya Xezayê.

Diyarkirina Îxwanan wek “rêxistina terorîst’’ û agirbesta Xezayê di rojnameyên erebî de
2 kanûn, 2025   10:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî li ser îmzekirina fermana Trump a ku şaxên Îxwan El Muslimîn wek "rêxistinên terorîst" destnîşan dike û pirsên li ser destpêkirina qonaxa duyemîn a agirbesta Xezayê nivîsîn.

‘ÎXWAN EL MUSLIMÎN Û ‘EKSENA BERXWEDANÊ’: HEVKARÊN WÊRANKIRINÊ NE’

Rojnameya El Şerq El Ewsat li ser biryara serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump a îmzekirina fermana  ku şaxên îxwan El Muslimîn li Misir, Urdun û Lubnanê wek "rêxistinên terorîst" destnîşan dike nivîsand, û diyar kir ku ev "biryar, ku bi fermî koma dayik bi şaxên wê yên çekdar ve girê dide, pejirandineke dereng bû ya rasiyên ku herêm ji berê de zane.

Rojnameyê diyar kir ku biryara Trump ne bûyerek girêdayî DYA`yê tenê ye, lê belê mikurhatina wê yekê ye ku Îxwan El Muslimîn astengiyeke bingehîn li pêşiya ji nû ve sazkirina herêmê ye. Her wiha hevkarya Îxwan El Muslimîn û "Eksena Berxwedanê" li dijî dewletên Ereban yên aram xetereyeke mezin e.

‘AGIRBESTA XEZAYÊ Û XEYALA QONAXA DUYEMÎN’

Rojnameya El Bayan li ser peymana agirbestê li Xezayê nivîsand, û destnîşan kir ku zehmetiyên mezin li pêşiya pêkanîna qonaxa duyemîn a plana agirbestê ya DYA`yê hene. Ji ber ku mijarên sereke nehatine çareserkirin, di serî de mijara bêçekkirinê. Rojnameyê diyar kir ku ev yek tê wateya ku ku danûstandin dê bi awayekî bêdawî di cihê xwe bizîvirin bêyê ku bighêjin çareseriyek mayînde û berfireh.

Rojnameyê ev lê zêde kir: "Çavdêr dibêjin ku xeyala bi destxistina aştiyê li gorî plana DYA`yê ji bo Îsraîlê ji aştiyê bi xwe pir girîngtir e. Îsraîl hewl dide nexşeya Rojhilata Navîn ji nû ve xêz bike, wekî ku rêberên wê şev û roj dibêjin. Ev yek ji bo rêveberiya DYA`yê jî derbas dibe, ku heta radeyekê bi heman dirûşman ve girêdayî ye.”