Materyalên kêm li dibistanan tên belavkirin

Çapkirina pirtûkên dibistanan bi dawî bû, niha jî pirtûkên hin refan ku di beşa dawîn a çapkirinê de mabûn, tên belavkirin.

2 kanûn, 2025   12:16
QAMIŞLO

Di sala xwendinê ya 2025-2026`an de, çapkirina materyalan û materyalên nû ji ber şert û mercên ku herêm tê re derbas dibe, dereng dest pê kir û di dema xwe ya guncaw de ew pirtûk nehatin belavkirin.

Heta niha Desteya Perwerde û Fêrkirinê pirtûkên dibistanan li 2 çapxaneyan çap dikirin. Lê îsal ji bo sala xwendinê ya 2025-2026`an ji ber pêdiviya zêde ya pirtûkan wan li 8 çapxaneyên li herêmê di Tîrmehê (2025) de dest bi çapê kir.

Ji ber vê yekê li hinek dibistanan, pirtûkên hin refan nehatine belavkirin.

Li gorî agahiyên ku rayedarên Desteya Perwerde û Fêrkirinê dane ajansa me, wan hefteya borî roja Şemiyê (29`ê Mijdarê) bi temamî pêvajoya çapkirina pirtûkan bi dawî kiriye û ji wê rojê ve dest bi radestkirina wan ji bo desteyên li kantonan kiriye, deste jî wan pirtûkên kêm mane li dibistanan belav dikin. Wan wekî ku pêdivî pê heye, pêvajoya çapkirinê bi çapkirina derdora 4 milyon û 80 hezar pirtûkan bi dawî kiriye.

(sb)

ANHA