Hêzên Pêşmerge bi wezaretê ve hat girêdan

Wezîrê Karên Pêşmerge Şoreş Îsmaîl diyar kir ku hêzên Yekeya 70’ê ya girêdayî YNK û Yekeya 80’ê ya girêdayî PDK bi wezaretê ve harine girêdan.

Hêzên Pêşmerge bi wezaretê ve hat girêdan
21 îlon, 2026   13:41
NAVENDA NÛÇEYAN

 Wezîrê Karên Pêşmerge Şoreş Îsmaîl derbarê yekkirina hêzên Pêşmerge û xebatên wan ên ji bo çûyîna bin sîwana Wezareta Karên Pêşmerge, agahiyan belav kir.

 Şoreş Îsmaîl ragihand ku wan bi hezaran saet civîn pêk anîne da ku li ser yekxistina hêzên Pêşmerge bigihin rêkeftinekê û got: “Cihê keyfxweşiyê ye ku niha em gihîştin encamê û pêvajoya yekkirinê bi dawî bû. Hêzên 70 û 80 bi navê devera yek û devera du, dikevin bin sîwana Wezareta Karên Pêşmerge. Ev pêvajo serkeftineke neteweyî ye û em pê serbilindin.”

 Wezîr Şoreş Îsmaîl diyar kir ku daxwaz dikin ku di zûtirîn dem de hikûmeta nû were avakirin da ku wezareta xwe bi yekbûyî radestî kabîneya dehem bikin. Her wiha daxwaz kir ku parlamento were çalakirin da ku şayiste û mafên pêşmergeyan werin parastin.

 Hêjayî gotinê ye ku ev merasîm bi beşdariya berpirsên payebend ên Herêma Kurdistanê û berpirsên leşkerî yên Iraqê hate lidarxistin. Di heman demê de, Amerîkayê zexteke zêde li YNK û PDK’ê kir da ku pêvajoya yekxistina hêzên xwe pêk bînin, lê wan ev pêvajo ji ber nakokiyên di navbera wan de çend salan paş xistibû.