Ji bo şehîd Dîlan merasîmê sersaxiyê hat lidarxistin

Meclisa Bajarê Hesekê ji bo şehîd Dîlan Şirnex merasîma sersaxiyê li dar xist.

21 îlon, 2026   13:34
HESEKÊ

Têkoşer Dîlan Şirnex di 17`ê Îlonê de di encama nexweşiya penceşêrê de li Başûrê Kurdistanê şehîd bûbû.

Merasîma sersaxiyê li taxa Kelasê ya Hesekê bi beşdariya bi dehan şênî, endamên saziyên sivîl, rêxistinên jinan û partiyên siyasî hat lidarxistin.

Piştî deqeya rêzgirtinê bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê Sîham Îsmaîl axivî û hemû şehîdên tevgera azadiyê bi bîr anîn, sersaxî ji malbata şehîd Dîlan Şirnex re xwest û wiha got: “Şehîd Dîlan di temenekî biçûk de tev li nava refên têkoşînê bû û rêya xwe bi israr berdewam kir.”

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Leyla Sarûxan jî axivî û wiha got: “Xewnên şehîdan emanetek in di stûyê me de. Em ê bi berpirsyarî li beramberî daxwazên şehîdan rawestin, heta pêkanîna daxwazên şehîdan û bidestxistina mafên xwe di destûra Sûriyeyê de, em ê tê bikoşin.”

Endama Koordînasyona Kongra Star Nahid Silêman jî destnîşan kir ku şehîd Dîlan 32 salan ji bo azadiyê tê koşiye, di gelek qadan de cih girt û wiha anî ziman: “Bi saya fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan, şehîd Dîlan bi israr daxwaza azadkirina jinan dikir.”

(sb)

ANHA