QSDˊê li Tebqayê şandeyek hikumeta veguhêz pêşwazî kir

Komîteyeke leşkerî ya QSDˊê şandeyek hikumeta veguhêz a Sûriyeyê li bajarê Tebqa ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêşwazî kir. Her du aliyan li ser gelek dosyayên weke rageşiya li derdora taxên Şêxmeqsûd û Eşrerfiyê nîqaş kirin.

QSDˊê li Tebqayê şandeyek hikumeta veguhêz pêşwazî kir
20 cotmeh, 2025   23:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê diyar kir ku komîteyek leşkerî ya QSDˊê îro li bajarê Tebqayê şandeyek hikumeta veguhêz pêşwazî kir. Navendê ragihand ku di civînê de rageşiya li derdora taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê, rêbazên çareserkirinê bi rêyên aştiyane ku ewlehî û aramiya misoger dike hat nîqaşkirin.

Li gorî navendê, QSDˊê û bi niyeta baş hejmarek girtiyên hêzên hikumeta veguhêz ên ku di dem û cihên cuda de girtibûn, radestî şandeyê kir.

Di daxuyaniya QSDˊê de hat diyarkirin ku ew her tim xwe dispêrin çareseriyên aştiyane, parastina aramiyê û berevaniya sivîlên li tevahî herêman.

(fr)