Rageşiya di navbera Îran û DYA`yê û hilbijartinên Îsraîl rojeva medyaya erebî ye

Di medyaye erebî de tê ziman ku hewldanên dîplomatîk yên gelek dewletên herêmê didome lê ihtîmal heye ku şer di navbera DYA`yê û Îran dîsa dijwar bibe.

Rageşiya di navbera Îran û DYA`yê û hilbijartinên Îsraîl rojeva medyaya erebî ye
31 cotmeh, 2026   10:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya "El Hayat El Cedîda" ya Filistinî der barê hilbijartinên Îsraîl de gotar bi sernavê "Dengê Erebî ji nû ve neqşa siyasî ya Îsraîl xêz dike" dinirxîne û dipirse? Tevlêbûna Ereban ji hilbijartinan re gelo dengê Netanyahu kêm kir?

Di heman gotarê de hat ziman ku rola partiyên Ereb di hilbijartinan de zêde bûye û bandorê li ser hevsengiya hêzên siyasî û siberoja siyaseta giştî ya herêmê dike.

Têkildarî heman mijarê platforma "Asas Medya" gotar bi sernavê "Erebên 48 li ser muzîka Şamî dans dikin" weşandiye. Di wê gotarê de deskeftiyên partiyên ereb di hilbijartinên Îsraîl de bi lêv kiriye û got 19 kursiyên partiyên erebî di parlemanta Îsraîl de ne tenê nûnertiya ereban dikin, pêwendiya wê bi nasname, mafên hemwelatiyê û cihê ereban di sîstema Îsraîl de girêdayî ye.

Indibindint Erebiyê jî li ser hilbijartinên Îsraîl gotar weşandiye û bal kişandiye ser hejmara kursiyên partiyên ereb di Knessetê (19) û got zehmete hevsengiya siyasî ya ku ereban bi dest xistiye were paşguhkirin.

ŞERÊ ÎRAN Û DYA`yê

Rojnameya "El Exbar" a Lubnanê gotar bi sernavê "Tehran bersiv dide nameya Vanca: Hewldanên Qeter ên dawî ji bo li pêşiya şer bigire" weşandiye. Di gotarê de amadekariyên Îran û DYA`yê ji bo şer û tevgera dîplomasî ya ji bo gihêştina çareseriyê tê nirxandin.

Di rojnameya "El Qudis" ya Filistînî de bi sernavê "Di navbera rageşiya leşkerî û navbeynkariya dîplomatîk de.. gelo pevçûn di navbera Tehran û Washington di demeke nêz de ye" gotar weşandiye. Di gotarê de helwestê DYA`yê û Îranê û navbeynkariya Qeter tê ziman û tê gotin heke nakokî di navbera Îran û DYA`yê bidome dibe ku careke dîtir li herêmê şer dest pê bike.

Malpera "El Mecher El Siyasî" gotar bi sernavê "Îran û DYA`yê: Derfeta dawî ji bo şer mezin nebe" belav kiriye. Di gotarê de behsa nameya Cîgirê Serokê DYA`yê JD Vance ji Îranê re dike û tîne ziman ku Qeter, Siûdiya Erebistan, Pakistan û Tirkiyeyê bi rêyên dîplomasî hewl didin ku li pêşiya şerê di navbera Îran û DYA`yê bigirin.

Di heman gotarê de tê gotin Tehran û Washington li ser bernameya nukleerî, cezayên li ser Îranê û tengava Hurmizê li hevdû nakin.

(np)