Hêzên Îsraîlê li girekî Quneytîrayê bi cih bûn

Dewriyeyên hêzên Îsraîlê derbasî nava gundewarên Dera û Quneytîrayê bûn. Li rojavayê Derayê derbasî aliyên gundê Koya bûn û piştre vekişîn, lê li bakurê Quneytîrayê erebeyên leşkerî li ser girê El Qubi bi cih bûn.

Hêzên Îsraîlê li girekî Quneytîrayê bi cih bûn
19 îlon, 2025   13:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) daxuyand ku dewriyeyeke Îsraîlê ya ji 7 wesayîtên leşkerî pêk tê, îro (19 Îlon 2025) derbasî aliyên gundê Koya yê li herêma Hawiza Yerûmkê yê li rojavayê Derayê bûn. Piştî demeke kurt hêz vekişîn û bi şêniyan re neketin tu rageşiyekê.

Lê şêniyên herêmê li hember van tevgerên dubare di rewşeke metirsiyê de ne.

SOHRˊê daxuyand ku duh 3 erebeyên leşkerî yên Îsraîlê li gundewarên bakurê Quneytîrayê, derbasî aliyê navbera girê El Qubi ku niha bi "Girê UN" tê nasîn û Til Ehmer a li bakurê bajarê El Selam bûn. SOHRˊê da zanîn ku erebeyek vekişî û 2 erebe li ser gir man.

(fr)