Bi pêşdeçûna hêzên Îsraîlê re peywendî li Xezayê qut bûn

Hemwextî pêdeçûnên Îsraîlê yên bi tank û wesayîtan li bakur û rojavayê Xezayê, bombebaranên dijwar û koçberiya zêde, peywendî û înternet li Xezayê qut bûn. Artêşa Îsraîlê ragihand ku 4 leşkerên wê hatine kuştin.

Bi pêşdeçûna hêzên Îsraîlê re peywendî li Xezayê qut bûn
19 îlon, 2025   13:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh li Şerîda Xezayê hemwextî pêşdeçûnên tankên Îsraîlê li gelek eniyên bajarê Xezayê, peywendî û înternet derdora çend saetan qut bûn.

Çavkaniyên xwecih ji Reutersê re dabû zanîn ku hêzên Îsraîlê ketine herêma Kerame ya li rojavayê Ceblaya û Bîr El Neice yên li bakurê Şerîda Xezayê û heta bi herêma Seftawiyê ya li dawiya Kolana Celaa çûne.

Şêniyan metirsiyên xwe ji ber qutbûna peywendiyan ku piştre komkujî pêk bên û bi darê zorê şêniyan koçber bikin, anîn ziman.

Tûgayên El Qessam jî diyar kir ku dîlgirtiyên îsraîlî jî li cihên cuda yên li Xezayê hatine girtin û destnîşan kir ku bi gel êrişên leşkerî yên Îsraîlê re ewlehiya wan misoger nakin.

Her wiha artêşa Îsraîlê ragihand ku di şerê li başûrê Şerîda Xezayê de 4 leşkerên wan hatine kuştin û 2 îsraîlî jî li ser sînorê Urdinê bi guleyan hatin kuştin.

(fr)